Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirên Îsra`îlê binkeyên Spahê di Sûriyê de bombebaran kirin

11:50 - 25 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Balafirên Îsra`îlê binkehên Spaha Qudis a girêdayî Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, di Başûrê Rojhilata bajarê Demişqê de bombebaran kirin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, şeva Şemî 3`ê Xermanan, balafirên Îsra`îlê di Başûrê Rojhilata bajarê Demişqê de çend binkeyên leşkerî ên Spaha Qudis a girêdayî Spaha Pasdaran a terorîst bombbaran kirin.

Jinêral “Canatan Kunrîkos” berdevkê artêşa Îsra`îlê daye zanîn ku, Spaha Pasdaran a terorîst di nav wan binkeyan de xwe amade dikir da ku di rojên bê de bi balafirên bê pîlot êrîşê ser Îsra`îlê bike.

Serokwezîrê Îsra`îlê “Binyamîn netenyahû” jî, li ser rûpela xwe a twîtirê nivîsî: Me êrîşeke hêzên Spaha Qudis a terorîst û çekdarên wan li dijî Îsra`îlê bin pûç kirin.

Navbirî di berdewamiyê de daye zanîn, eger kesek bo kuştina te rabû ser xwe, wî zûtir bikuje. Min destûr daye hêzên xwe bo her senariyoyekî amade bin.