Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirxaneyên biyanî şevatê ji balafirên rejîma Îranê re nadin

11:32 - 8 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Balafirên rejîma Îranê bo vergirtina şevata balafiran di hin welatên biyanî de, rastî astengiyên micid dibin.

Roja Çarşemî 16`ê Gelawêja 1398`an (7`ê Tebaxa 2019`an), Tûrec Zengene berpirsê giştî yê karûbarên balafirxaneyên rejîma Îranê, di civîneke çapemeniyê de eşkere kir ku, bi sebeba givaşên baykutên aborî yên li dijî me, hin balafirxaneyên biyanî ji balafirên me re şevatê nadin, û her ev yek jî bûye astengiyek li hemberî  berdewamkirina karê wê saziyê, û di rewşa aloz a niha de tenê balafirxaneyên welatê Tirkiyê, derheq gihandina şevatê bo balafirên me astengî çê nekirine.

Herwisa wî berpirsê rejîmê di vê derbarê de got: Kompaniyayên wekî Homayê di hewla kirîna balafirên nû de ye, û ev axavtinên navbirî di demekê de ne ku, bi sebeba givaşên aborî ên li dijî wê rejîmê tu kompaniyayeke biyanî di vê derheqê de digel Îranê mi`amileyên bazirganî encam nade.

Givaşên aborî yên Amerîkayê ên li dijî rejîma Îslamî, tenê di para balafirxaneyê de nebûye astengî, belkû di heyama derbazbûyî de, du gemyên bazrganî ên rejîma Îranê ji ber nedana şevatê ji aliyê welatê Birizîlyayê, heya mehekê di peravên wî welatî de, li benda vergirtina şevatê bo berdewamkirina karên xwe mabûn.