Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balyozê Siwêdê li Bexdayê seredana Deftera Siyasî a PDK Îranê kir

21:19 - 26 Hezîran 2012

Kuridstanmedia: Heyetek Balyozxaneya Siwêdê li Bexdayê bi serokatiya Balyozê wî welatî seredana Deftera Siyasî a PDK Îranê kir.


Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, roja Sêşemî berwar 26’ê Hezîranan 2012’an, heyetek Balyozxaneya Siwêdê li Bexdayê bi serperestiya birêz “Karl Magnus Nêsêr”, Balyozê Siwêdê li Bexdayê û hejmarek dîplomatên wî welatî li Îraqê, bi awayek fermî seredana Deftera Siyasî a PDK Îranê kir û ji aliyê heyeket partiyê ve bi serperestiya birêz “Mistefa Hicrî “ Sekreterê Giştî yê PDK Îranê hat pêşvazîkirin.
Di hevdîtina han de hin pirsên taybet bi rewşa Îranê, opozîsyona Îranê, pirsa Kurd li Îranê û kar û xebata PDK Îranê ketin ber bas û dan û sitandinan.
Her du aliyan li ser pêwendiyên berdewam û dostane di navbera welatê Siwêdê û PDK Îranê de pêdagirî kir.