Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bandora dorpêçên Amerîkayê li ser Îranê

18:04 - 8 Çirriya pêşîn 2018

Dr. Rojan Aştab

Yekemîn dewra gemaroyên nû ên Amerîkayê di demekê de dest pê kirin, ku di nava tu yek ji wan aliyan de em nabînin ku kêşe kêm bibin.

Biryar e ku destpêka meha Novembera îsal dorpêçên neftî li ser Îranê dest pê bikin, û bandor û tundiya dorpêçan vê carê zêdetir ji berê dibe.

Bêguman Trump serokê Amerîkayê, li çav Obama serokê pêşîn ê Amerîkayê, helwesteke gellek tundtir derheq Îranê heye, û her di dema piropagendeya hilbijartina serokatiyê ve heya niha gellek bi cidî li dijî Îranê axivî. Îca di hemberî Îranê de nûçeyeke ji vê yekê tundtir xuya nake.

Bi vî awayî tê çaverêkirin ku her ji niha ve kiryar û sewdagerên neftê heya pêş gihîştina meha Novemberê û destpêka dorpêçên neftî ên nû, hêdî-hêdî kirîna nefta Îranê kêm bikin.

Îca hinartina nefta “Kanindis” ku ji nefta xaw siviktir e, û li kêlgehên gaza xwezayî tê derxistin, dikeve bin sîvana dorpêçên Amerîkayê de. Dijayetiya dewletên Ewropî li dijî çûna derve ya Amerîkayê ji rêkkevtina navikî ya Îranê naskirî bi Bercamê nikare bandora xwe li ser van dorpêçan danê.

Renge siyasetvan û yasazan jî tekoşînê bikin, ku riyekê bo kirîna nefta bÎranê bibînin, lê di bîra me de be, ku dewlet kiryarê neft û gaza Îranê nînin, belku kirîn û firotina neftê li stûyê kompaniyên neftî ye.

Hemû evane û ragitina şandina nefta Îranê di asta cîhanî de, guherînkarî di bazarên cîhanê de li pey xwe tîne. Ji meha “July” ya îsal ve şandina nefta reş û sivik ya Îranê heya 430 hezar bermîlî di rojê de kêm kiriye, ku li çav meha Nîsanê bi awayê giştî %15 kêm kiriye. Wate tenê mehekê piştî vê ku Trump dorpêçên xwe li ser Îranê ragehand, eva di demekê de ye ku niha dorpêça neftî dest pê nekirine, di demekê de ku kompaniyên mezin ên cîhanê deranîn û berhemanîn û kirîna neft û gaz wek “Total” û “Royal Dach shel” her niha kirîna neft û gazê ya Îranê ragirtine, û bi yekcarî ji erhemanîna neft û gaza Îranê vekişiyane, ew jî li ber dorpêçên Amerîka li ser Îranê, ew nûçeya ji aliyê Wezîrê Neftê ve di roja Duşemiyê li parlementoyê de hate ragehandin, ku sala par Kompaniya “Total” bi fermî girêbesta vegeşandina faza 11 ya Parsa Baûr bi qasî 4 milyard û 800 milyon Dolarî digel Îranê wajo kir, lê niha ew şûn bi cih hêalne, û di karkirina bi Îranê re paşve vegeriyane, û Îran bi cih hêlaye.

Her niha piraniya kompaniyayên mezin ên Ewropayê kirîna nefta Îranê yan ragirtine, yan kêm kirine, di meha “July” a îsal de kirîna nefta reş ya Îranê gihîşte 240 hezar bermîlî di rojê de, wate %41 li çav meha Nîsanê kêm kiriye, bi dûr nahê zanîn, ku ew qas jî heya meha Novemerê bigîje sifrê, yan nêzî sifrê.  
Di Turkiyê de jî ku xwe wekî hevpeymanê Îranê nîşan dide, derheq kirîna neftê ji Îranê wekî welatên Ewropî di nav siyasetvan û kompaniyayên neftî de girjî û alozî çêbûye, di demekê de ku “Nîhat Zîmkecî” Wezîrê Aboriyê yê vî welatî dibêje, ku dorpêçên Amerîkayê nikarin Tirkiyê bo kirîna nefta reş ji Îranê asteng bike.

 Parzîngeha millî ya “Torpas” li meha Nîsana ve heya niha kirîna nefta Îranê %45 kêm kiriye. Li Asyayê jî ku mezintirîn bazara nefta Îranê li wir e, û welatê Kureya Başûr di dawiyên meha Hezîranê kirîna nefta reş û sivik li Îranê ragirtiye.

Renge heya heyameke din veguhastina nefta Îranê bo Îmaratên Hevgirtî ên Erebî û ji vir ve jî bo derve bi tewahî bisekine.

Welatê Japonê jî qet li hemberî dorpêçên Amerîkayê de li dijî Îranê nasekine, û heta di dema serokatiya Obama de jî weha nekir.

Di vir de Hindûstan û Çîn cihê baldanê ne, tu yek ji van du welatan heya niha kirîna nefta Îranê kêm nekirine, ji aliyekî din ve Hindustan kirîna neftê bi radeyeke zêde zêde kiriye, û gellek jî di enbrên xwe de paşekevt kiriye, lê wisa dixuye ku ew yek bi awayê demkî be, renge Hindê metirsiya vê yekê hebe ku derheq hewcehiya nefta xwe di Zistana îsal û heya meha Novemberê vî karî bike.

Ew amar nîşan didin ku nefta Îranê berbirûyê kirîzeke mezin bûye, û di heyama çend mehan de 27 milyon bermîl ji berhemanîna neftê daketiye. Bi vî awayî tê pêşbînîkirin, ku kêmkirina kirîna neftê ji Îranê ji aliyê welatên Ewropî û Îmarat û Japonê, hinartina nefta Îranê xwe li 1 milyon û 500 hezar bermîlî di rojê de dide, eva jî rastiyeke haşahilnegir e, ku berbirûyê kirîzeke mezin bûye, û di heyama çend mehan de 27 milyon  bermîl ji berhemanîna neftê daketiye.

Ew yek jî zelal e ku dibe her ji niha ve bazara neftê vê kêşeyê cidî wergire, û cihê neftê bigre. Bêguman kes çavnihêriyeke wisa li bandora dorpêçên Amerîkayê li ser Îranê nebûye, her paş wajokirina pêngava yekem ya dorpêçan, bazara Îranê, bi tewahî têk çû, û nirxa fermî û ya Tûmen bi awayekî ecêb daket, ku bi tu awayî bi dewletê jî cîbicî nabe, û jiyana bi milyonan kesî li Îranê xistiye metirsiyê de. Amerîka Komara Îslamî ya Îranê bi metirsî li ser ewlehiya Rojhilata Navîn dizane,û herweha bi piştevaniya girûpên terorîstî tawanbar dike, û dibêje Îran bi dizî ve mijûlî avakirina çeka navikî û mûşekên dûrhavêj e.

Roja 7`ê heyva Ut  (16`ê Gelawêjê) ew dorpêç hatin cîbicîkirin, û komek tiştan bi xwe ve digre, wekî kirîna Dolarê Amerîkayî ji aliyê banka navendî ya Îranê herweha bazerganiya zêr û almînyom û pola û hesin û pîşesaziyên derheq maşînsaziya digel Îranê hatin qedexekirin.

Ji aliyekî din ve jî îzna anîna kelûpelan bo çêkirina firokeyên bazerganî û neferhilgir hate hilgirtin, ya herî serekî jî firotina firokeyên neferhilgir bû, bo Îranê paş rêkkevtina navikî wate Bercamê-kompaniyaya Boying girêbestek bi buhaya 20 milyard Dolar bo kirîna 100 firokeyên neferhilgir digel Îranê wajo kiribû, ku ew jî hilweşiya. 

Trump serokê Amerîkayê  di 8`ê Banemerê ragehand ku rêkkevtina navikî digel Îranê kêmasiyeke zaf tê de heye, û her bi van sedeman jî “Washington” tê de derket. Trump di dema hatine ser kar, welatê Îranê wekî binpêkarê Bercamê ji riya vegeşandina pirograma mûşekî û tevdanîkariyê di navçê de, û destêwerdan û yarmetî û piştevanîkirina malî û me`inewî ji terorîstan tawanbar kir.

Meha borî Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê, stratejiya nû ya welatê xwe li hemberî Îranê de ragehand û herweha got jî, ku hekî bê û Îran bi 12 mercên Amerîkayê razî nebe, û digel Amerîkayê rêk nekeve, zextên li ser Îranê wê zêdetir bin.

Heya niha bi eşkereyî û zelalî tu nîşaneyek ji rêkkevtina van du aliyan di holê de nîne, herçend çavdêrên karûbarên siyasî ên Îranê bi dûr nizanin Îran serî bo Amerîkayê dabixe, û digel Amerîkayê rêk bikeve, û xwe ji rûxanê rizgar bike.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine