Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bandora hêriş û pîlanên Heşdî Şeibî- Îraq,Îran,Turkiye li dijî Kurdistanê

14:05 - 7 Kanûna pêşîn 2017

Mihemed Salih Qadirî

Bûyera dagîrkirina Kerkûk û Navçeyên Nakokî Li Ser yên Başûrê Kurdistanê ji aliyê leşkerê Îraq û Heşdî Şeibî ve, bi fermandariya Qasim Silêmanî pasdarê Îranê, çawa û bi çi mebestekê û ji kengê ve pîlana wê hatibû diyarîkirin, jiber ku bingeh û bîrokeya vê dagîrkariyê gelekî ji zû de hebû.

Qonaxa yekem: Ew bîroke ji radestkirina Mûsilê ya bêyî şer û radestkirina çekên leşkerên Îraqê ji bo DAIŞê, sala 2014an destpê kir, da ku ji serî de bi rêya DAIŞê bikaribin hemû bajarên Sunneyan bigirin û wan bikujin û mal û halên wan perîşan û derbider bikin. ji aliyek din ve, bi behaneya derxistina DAIŞê ji wan bajarên Sunne nişîn, bera Heşd Şeibî, Pasdarên Îran û leşkerên Îraqê dan wan bajarên Sunne û me dît bi behaneya derxistina (DAIŞê ji wan herêman, çawa ew Erebên Sunne yên ku ji dest Daîş DAIŞê rizgar bibûn, bi yekcarî jinav birin û bi sedan hezar koçber kirin û bajarên wan kavil kirin û tola şerê heşt salî yê Îran û Şîeyan li Erebê Sunne wekirin û ya ku ji DAIŞê nehatibû serê xelkê Sunne, wan bi cinayet û hovîtiyên dirindane derheqê Erebên Sunne û xelkê wê derê encam dan, û demografiya wan navçeyan guherîn û karesatên mezin ên mirovî dirust kirin.

Qonaxa dûyem: Pîlana wan neyaran bi merema pêşîgirtin li ber pêşveçûna Kurdistanê û pêngavên ber bi serxwebûnê, hatin berê êrîşa DAIŞê dane ser Kurdistanê û bo pûçkirina xewna serxwebûnê, bi rêya DAIŞê, wê bînine serê Kurdan ya ku anîne serê Erebên Sunne û êdî xewna serxwebûnê pûç bikin û herêmên azadkirî yên axa Kurdistanê ku bi xwîna hezaran pêşmergeyên qehreman hatibûn rizgar kirin rizgarkirin, cardin dagîr bikin. Lê dema ku hêza pêşmergeyên Kurdistanê bi piştgiriya Hevpeymanan bersîngê DAIŞê girtin û paşî gelek cangoriyên mezin û bi hezaran şehîd û birîndaran, DAIŞê bişikînin û wê pîlana neyaran pûç bikin.

Qonaxa sêyem: Dema dagîrkaran dîtin ev pîlana wan ser negirt û pêşmerge li hember DAIŞê biser ketin, paşî nemana DAIŞê êdî Hikûmeta Bexda û Îranê li derfetê geriyan ka çawan bikarin wan navçeyên Kurdistanî yên derveyî sînorên Herêma Kurdistanê ku pêşmergeyan ji destê DAIŞê rizgar kiribûn, bixin bin kontrola xwe, ji aliyekî din ve da ku li dijî refrandoma serxwebûnê, ku wekî erdhejeke mezin text û bextê dagîrkaran hejandin û bû rojeva cîhanê, rawestin û vê coş û rabûna mezin a gelê Kurd li Başûr bo serxwebûnê bêwate bikin, hatin bi kompîlaneke mezintir Îran, Îraq û Tirkiyê ketine nav tevgera rastewxwe li dijî Başûrê Kurdistanê.

Bixasmanî girtina Kerkûk, Şengal û herêmên nêzî sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê ji bo wan babeteke hestyar û stratejîk bû. Hem Îranê dixwest bi girtina wan herêman, rêya xwe ji hêla Xurmatû- Kerkûk- Telehfer- Şengal bigihîne Sûriye û Lubnan û Hizbullahê û Hîlala Şîetiya xwe tekmîl bike biserî bike û cuda ji gihandina hêzên leşkerî, cebilxane û teqemeniyan ji bo parastina Beşar Esed ê hevpeymanê xwe, bikare Îsraîlê jî zêde têxe nav çembera gefên xwe.

Hem jî Îraqê dixwest bi kontrolkirina wan herêman, bikare cuda ji Herêma Kurdistanê, rêya Pîşxabûrê li navbera Îraq Turkiye û Rojavayê Kurdistanê kontrol bike, êdî xwe bi temamî ji Herêma Kurdistanê bêminet bike û bikare boriyê petrola Kerkûkê û tîcareta bazirganiya xwe ji wê rêyê ve bigehîne bigihîne Turkyê û Herêma Kurdistanê daha zêde bixe nav çembera xwe.

Cuda ji wan meremên li jorê hatine baskirin, Îranê dixwest bi girtina Kerkûk û wan herêmên din, hem dest bigire ser bîrên petrola wê derê û xerciyên xwe pê petrola Kerkûkê derxe û boriyên petrol û gazê ji Kerkûkê ber bi Îranê ve bibe, hem jî wan herêman ji Kurd û Erebên Sunne bide valakirin û Şîeyan li wan deran bicih bike û rê li ber firehbûna sînorên Herêma Kurdistanê bigire û bi Bexdayê re nehêlin ew navçeyên Kurdistanî bikevin ser sînorê Hikûmeta Kurdistanê.

Ji bo cîbicîkirina wan pîlanên han, Îran- Îraq tim tevdigeriyan û li benda hindê bûn bi behaneya ramalîna DAIŞê li bajarê Hewîce û derdora Kerkûkê, hêzên xwe bicih bikin.

Ji aliyekî din ve da ku hebûna hêzên wan li wan deran çi şik û gumanekê çêneke, bi hêzên Amerika û Hevpeymanan re lihev hatin ku ji bo ramalîna DAIŞê li bajarê Hewîce li nêzî Kerkûkê hatine wan deran û bi Kurdan re hemahengî û lihevkirinên wan hene.

Li 16ê Cotmehê me dît bi sedema pîlana neyaran, nakokî û napakiya navxweyî li nav Kurdên Başûr, herwiha siyaseta piştlêkirina Amerîka û hevalbendên wê, ku di dema şerê dijî DAIŞê de çawan pesnê gelê Kurd û qehremaniya Pêşmergeyan didan, lê ku ew şer nema, me dît çawan pişta xwe dan Kurdan û rê dane Heşd Şeibî ya terorîst ya girêdayî rejîma Îranê, û ew pîlana dagîrkaran bi hêsanî li dijî gelê Kurd hate cîbicîkirin û Kerkûk û ew navçeyên din ku sala 2014 an yan leşkerên Îraqê bi tirsnokiya xwe radestî DAIŞê kiribûn û paşê bi qehremaniya Pêşmergeyan ku zêdeyî hezar şehîd û çend hezar birîndar dabûn heta ew navçeji destê DAIŞê rizgar kiribûn, cardin ji aliyê dujminan ve hatin dagîrkirin.

Girtina Kerkûkê berî ku şikestek e leşkerî be, şikesta siyasî ya Kurdên Başûr bû, pêwîst e ew rastî were qebûlkirin ku bi sedema nakokiyên ser desthilat û gendeliya aborî û rêveberiya hikûmetê, di çend salên berê de bêyî ku bikarin bi hev re tenezul bikin û li hev werin, bû sedema vê yekê ku her aliyek ji wan hêzên Başûr li hember hev bi înad bin, lê li hember neyarên xwe jî tenezul bikin û bi rêkeftinên veşartî bi dijminan re cardin hemû wan navçeyên azadkirî berdin û ew hêviya mezin ku refrandomê bo xwasta serxwebûn û nasnameya wan herêman bi Kurdistanê ve diyar kiribû, pûç bikin û bi vê karesatê gelê kurd bêhêvî bikin.

Dagîrkirina Kerkûkê ev rastî tekez kir ku rejîma Îranê pisporiyeke mezi di çêkirina netifaqî û aloziyan de, heye û dema nikaribe rasterast cihekî bixe bin kontrola xwe, diçe nav wê derê fitnetî û netifaqî û ajaweyan dirust dike û bi rêya kes û grûpên girêdayî xwe, wan deran bo berjewendiya xwe ya mezhebî - siyasî û aborî, kontrol dike. Ya herî cihê tinazê ye jî ew e ku heman ew rejîm dibe navbeynkara wan aliyên ku wê di nav wan de fitne û netifaqî dirust kiriye, da ku wan bi hev re aşt bike û lihev bîne.

Armanca Îranê:

Hewce ye bizanin ka armanca rejîma Îranê ji wan hemû pîlanên li dijî gelê Kurd li her beşekî Kurdistanê û li welatên Rojhelata Navîn çi ye?

Heman rejîma Îranê li ser bingeha mezhebê Şîeyan û şovenîzma Faris, bi merema domandina desthilata xwe ya dîktatorî li Îranê, niha bêhtir ji her demekê din ketiye nav krîz/ qeyranên mezin ên aborî, siyasî, civakî û …, lewma ji bo derbasbûna ji wan krîzan û domandina desthilata xwe û derbasbûna ji qeyranên navxweyî / hundirîn, tim hewl daye wan qeyranên xwe veguhêze dervyî sînorê Îranê û bi çêkirina dijminên wehmî û metirsiya li ser sîstemê ji aliyê welatên herêmî û navdewletî ve, wisa bi xelkê Îranê ra bêje ku niha sîstem bi tevayî li bin metirsiya dijminê derve ye û nabe kes ji kêmasiyên vê rejîmê nerazî be û eger kes, yan aliyek nerazî bibe, bi wateya hindê ye ku ew grûp alîkarê neyarê rejîmê ye û hewce ye wan serkut bike û bi wî rengî bala xelkê bo qeyranên derwey derveyî sînorê xwe radikêşe. Ji aliyekî din ve li dijî her cure maf û serkeftineke Kurdên beşê din ê Kurdistanê be û bi her reng û pîlanekê nehêle Kurd bigihêjin serxwebûna xwe. Ji ber ku rejîma Îranê serkeftina Kurdan li her beşekî Kurdistanê, wekî metirsî li ser ewlehiya neteweyî) ya şovenîzma desthilatdariya xwe dizane û nîgeran e ku Kurdên Rojhilat jî bi serkeftina Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê, xurtir ji berê rabin serhildana li dijî rejîmê.

Bandora vê rewşê li ser Turkiyê

Serbarî hebûna gelek nakokiyên cuda cuda di warê siyasî, olî û aborî de, di navbera Turkiye_ Îran_ Îraqê de, lê me dît li hember gelê Kurd û Kurdistanê, hemû bi hev re ketine nav tevgereke hevbeş dda ku bi dijminatiya xwe li dijî serxwebûna Başûrê Kurdistanê rawestin. Me dît her yekê ji wan dagîrkeran ji bo cîbicîkirina pîlanên xwe çawan di navbera xwe de erk dabş kiribûn. Bi dorpêçên aborî, daxistina firokexanyên Hewlêr_Silêmaniye û daxistina derwazeyên sînorî û bi karên sîxurî û leşkerî, bi rêpêdan û bêdengiya Amerîka û hevalbendên wê û bi alîkariya xayinên li nav Kurdan, ketine nav tevgera dagîrkariya Kerkûk û wan herêmên ku bi xwîna Pêşmergeyan hatibûne azadkirin û, mixabin ew pîlan di warê siyasî û leşkerî de li dijî Kurdan biser ket.

Lê niha baş diyar dibe ku di wê rêkeftina navbera dagîrkaran li dijî gelê kurd ya zêde ziyanê dibîne Turkiye ye. Ger mêze bikin dibînin berî dagîrkirna Kerkûkê, petrola Kerkûkê bi rêya Turkiye dihate veguhastin û firotin, lê ji niha û pê de li gorî wan rêkeftinên navbera Îran_Îraqê têne kirin, çêdibe nîva wê petrol û gaza siruştî bi rêya Îranê here bazarên cîhanê. Ew yek ziyaneke aborî ya mezin digihîne Turkiyê.

Berî girtina Kerkûkê, sînorê Şengal_ Turkiye_Rojava li bin kontrola Pêşmergeyan bû û çi ziyan nedigiha Turkiyê, lê ji niha û pê de wê li bin kontrola Heşdî Şîeyan û Îran û hevalbendên wê be û dikare tim li dijî Turkan wekî gefa ewlehiyê were bikaranîn.

Eger ev rewş her wisa bidome emê bibînin ji pir aliyên bazirganî û siyasî, Îran bêhtir ji Tirkiyê, li Îraqê xwedî rol dibe. Bi wan encaman em dibînin Turkiye li vê pîlana li dijî Başûr, zêde ziyanê dibîne û bi destê Îranê hatiye lêbandin û heta Turkiye dest ji dijminatiya Kurdan hilnegre, ev rewş wê wisa berdewamî hebe û pêşeroja Turkan, ne zelal e.

Bandora vê rewşê li ser Başûrê Kurdistanê:

Guman tê de nine bandora wê şikesta mezin a siyasî_leşkerî, paşî jidestdana Kerkûk û navçeyên azadkirî ku hesreta dehên salan ya xebata Başûrê Kurdistanê bû, diakre ders û îbretên esasî bo hemû tevgera Kurdistanê û bixasmanî bo hêzên Başûre Kurdistanê hebe û hêja ye berî her tiştî her aliyek ku nikarî ye li asta berpirsatiya siyasî û neteweyî ya xwe bersivdar be, hewce ye berpirsiyariya vê şikesta han hilde ser milê xwe û daxwaza lêborînê ji gelê kurd bike. Ev yek dikare herî kêm ew bêbaweriya ku niha di navbera partiyên siyasî û gel de çêbûye heta qasekê çêbike. Herwisa hewce ye bizanbin sedemên vê şikesta han çi bûn û dê çawa bikarbin bi dîtina kêmasiyên xwe yên cor bi cor, rêya çareserkirina wan kêmasiyên bibînin û cardin bi tifaq û xebata hevpar bikarin li daxwazî û deskeftiyên gelê xwe xwedî derkevin. Bixasmanî pêdeçûn bi sîstema îdarî ya Hikûmeta Herêmê û damûdezgehên xizmetkirina gel. Bi taybetî kêmkirina wan gendeliyên aborî_îdarî ku bûne sedema nedadweriyê û di heman demê de riha welatperwerî û netewetiyê gihandiye asteke herî nizim.

Her wisa pêdeçûnê bi wan nerînên xwe de bikin ku girêdayî pêwendiyên deplomasî bi Îraq, Îran, Turkiye û Amerîka û…, û di heman demê de girîngîdan bi pêwendiyên tevî tevgera parçeyên din ên Kurdistanê wekî rehend û kûrahiya xwe ya stratejîk, û ya herî girîng lidarxistina bileze a diyalog û çêkirina pêwendiyeke tendirust bi hev re û avakirina yekrêziyeke hevbeş li ser bingeh û binemaya parastina berjewendiyên netewî û niştimanî tevî piraniya hêzên siyasî û pêkhateyên netewî û olî li Herêma Kurdistanê û xurtkirina lobiya Kurd li derveyî welat.

Di heman demê de encama refrandoma serxwebûnê wekî karteke bihêz û rewa, ku rewahiya xwe ji Îradeya siyasî û 92.73% ji dengê gel wergirtiye, wekî tapoya serxwebûna Kurdistanê û nasnameya kurdistanîbûna Kerkûk û navçeyên dagîrkirî, li hember Bexda û Civaka Navdewletî bikar bînin.

Di heman çarçoveyê de birêkxistina taze ya hêza Pêşmergeyan û leşkerên Kurdistanê, riha berxwedan û berevaniyê di ber Kuridstanê de, bikarin li hember dagîrkaran wekî bergiriya Pirdê-Zumar û Sihêlan, dijmin li hember moral û îradeya polayî ya Pêşmergeyan rastî şikestê bikin.

Bandora vê rewşê li serÎran û Rojhelatê Kurdistanê

Rast e niha Îran xwe serkeftiya herî mezin a dagîrkariya Kerkûkê û berbestkirina pêvajoya proseya Serxwebûna Başûrê Kurdistanê dizane. Lê ji ber ku pîlanê rejîma Îranê, ji girtina Kerkûkê berfirehtir in, serdestiya bi ser hemû Îraqê û rêvekirina bo Sûriyê û bihêzkirina Hîlal a Şîetiyê li Rojhelata Navîn, me dît paşî ketina Kerkûkê û çûna Heşdî Şeibî û pasdarên Îranê bo Şengal û nêzî sînorê Rojava û Sûriyê, êdî welatê wekî Erebistana Siûdiyê û Îsraîlê hest bi metirsiyeke ciddî li ser ewlehiya xwe kirin û dengê nîgeranî û nerazîbûna xwe gihandin Amerîka û hevalbendê wê û roj bi rojê zêdetir lobiya li dijî zêdegaviyên Îranê li Rojhelata Navîn, Ewropa û Amerîka bihêz dibe û egera dirustkirina dorpêçên mezin ên aborî û heta rûbirûbûna leşkerî li dijî Îranê ketiye rojevê û dê gav bi gav guşar li ser Îranê zêde bibin û rê nadin wisa bi hêsanî berjewendî û ewlehiya Rojhilata Navîn bixe metirsiyê.

Bi berçavgirtina wê rewşê, em bawerin bawer in serbarî hemû metirsiyên ku bi sedema serdestiya siyasî _ sîxurî û leşkerî ya Îranê ku niha li Îraqê heye û bê guman dikare gefeke cidî be li ser partî û tekoşerên Rojhelatê Kurdistanê ku niha kamp û binkeyên serkirdayetiya wan li Başûr in. Lê ji aliyekî din ve, ew metirsî dikare alîkar be da ku hêzên Rojhilat ji bo bergrî û parastina xwe ji wan metirsiyên Îranê, bi hevahengî û alîkariyeke hevbeş di navbera xwe de, bikarin hem xwe ji metirsiyên rejîma Îranê li Îraqê biparêzin, hem jî hewl bidin meydana xebata xwe bo nav Rojhilatê Kurdistanê weke bingeh bigirin û bi piştgiriya gel û xebata çiya û bajaran li hember dagîrkariya rejîma Îranê, vejîneke nû bidin rasan û rabûna Rojhilat û mil bi milê wan guhertin û givaşên herêmî û navdewletî ku dê bandora wê li ser Îranê pir zêde be û ew rewş dikare derfetek baş be bo xebatkarên Rojhilat jî ku niha û şûn ve bo bidestxistina armancên netewî bikevine qonaxeke cidîtir ji xebata rizgarîxwaziyê ya Rojhilatê Kurdistanê û bi serkeftin xwe bibine hêz ji bo tevgera beşên din ên Kurdistanê.