Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Banka Navendî nabe amaran bide

11:36 - 8 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Di civîna komîsyona pisporî ya Şêvra Bilind ya Amaran de hate pesendkirin ku Banka Navendî êdî nabe ku amaran belav bike.

  Li gora nûçegihaniyan, di civîna komîsyona pisporî ya Şêvra Bilind ya Amaran de ku roja Duşemiyê bi rê ve çû, hate pejirandin ku bona pêşîgirtin ji karê hevterîb digel organên din, di warê belavkirina fermî ya pêwera nirxan, Banka Navendî nabe amaran belav bike.

Komîsyona pisporî ya Şêvra Bilind ya Amaran ragehandiye ku sedemeke din ya vê biryarê, ew e ku pêşiya hederçûna bi milyardan Tûmenî ji xercên dewletî bigrin.

Di van heyvên dawiyê de, cudahiya amaran di navbera Banka Navendî û Navenda Amara Îranê di warê belavkirina pêwera bikaranînê de, gellek berçav bûye. Di meha Xezelwerê de jî, cudahiya amaran di navbera van du navendên dewletî de %5.8 bû.