Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bankên rejîma Îranê xizmeta xelkê nakin

11:39 - 27 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Karmendên bankên rejîma Îranê pêka hewcehiyan, xizmetguzariyan bi xelkê re nagihînin, nemaze wam û hêsankariyan jî, bi xelk re nadin.

Karmendên bankên rejîma Îranê bi awayekî minasib û baş xizmeta xelkê nakin û tenê di rasteya bername û berjwendiyên xwe de pêngavan diavêjin.

Di vê derheqê de Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê basa vê yekê kir ku , dema ku xelk diçe bankan û pare li hisabên xwe dertîne, bi dilniyayîye ve berpirsên bankan nerizayetiyan nîşan didin û gelek caran jî, dibêjin pare di bankan de nemaye.

Herwisa ew bankane piropagendiya vê yekê dikin ku, wamê bi xelkê re bidin, lê dema ku daxwaza wamê dikin, hêcetên zêde tînin û nadin.

Ji aliyek din ve jî ew kesên ku wam wergirtine, dema ku dema valekirina wama wan derbas dibe, bi berdewamî bank hişdariya bi wamwgiriyan re didin ku sifteyên wan didanîne îcrakirinê de.

Banka Navenda a rejîma Îranê berdewam belavdike ku wamên curbicur bi xelkê re dide, lê di rastiyê de, dema ku xelk daxwaza wamê dike, tu wamekê bi xelkê re nadin.