Kurdistanmedia: Hecî “ Rehman Fîrûzmend” bavê şehîd “ Mihemed Fîrûzmend” li bajarê Pîranşarê, koça daviyê kir.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia” yê, roja Çarşemî, rêkefta 3`ê Rezberê, Hecî “Rehman Fîrûzmend” naskirî bi hecî “ Rehmane Sûre” bavê şehîd “ Mihemed Fîrûzmend” li bajarê Pîranşarê koça dawiyê kir.
Hecî Rehman dema ku kadrê Hizba Demokrat bû, û erkê Hizba xwe di deverê de cîbicî dikir, herwisa keçeke hecî Rehman bi navê “Gûlê Fîrûzmend” kadra dermanî a Hizbê bûye ku ew jî tewlî karwana şehîdan bû.
Hecî Rehman di dema pêşmergayetiyê de carekê bi dijwarî birîndar bibû, lê dest li xebat û têkoşînê ber nade.
Kurekî navbirî bi navê “ Mihemed Emîn Fîrûzmend” şehîdê rêya rizgariya kurdistanê ye.
Şehîd Mihemed Emîn sala 1340`an di bajarê pîranşarê de ji dayîk bûye, navbirî li şer û pevçûnekî de, qehremanane dijî dagîrkerên kurdistanê li rekefta 4`ê Gelawêja 1364`an li gundê “ Sincelî “ tewlî karwana şehîdan bûye.
Navbirî kadrê pile 4e Hizbê bû.
Tirba şehîd Mihemed Emîn li gundê “Şînawê” ye.
Termê hecî di nav girseya xelkê deverê bi axa pîroz a Kurdistanê hate sipartin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarê xwedêjêrazî û xwe hevparê wê xema wan dizane.