Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê du şehîdên riya rizgariya Kurdistanê çû ber rehmetê

17:42 - 20 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Bavê du şehîdên serbilind yên riya rizgariya gel û nîştiman yê li devera Jawaroyê çû ser dilovaniya xwe.

Li gorî nûçeya ku gihîştie malpera “Kurdistanmedia”yê, hecî Elî Ehmedî, xelkê gundê “Hûye” a girêdayî devera Jawaro a ser bi bajarê Sine, û bavê du şehîdên riya rizigariya gel yên bi navên, şehîd “Usman û şehîd  Hemehusên Ehmedî” roja Înê rîkefta 27`ê Rezbera 1397`an (19`ê Çiriya Paşîn) li temenê 85 saliyê li bajarê Sine çû ber rehmetê.

Hecî Elî kesayetiyekî naskirî û cihê baweriyê di nav xelkê deverê bû, ku li tewahiya temenê xwe de, bi awayekî berdewam mejûlê alîkarîkirina  xelkê bû, û herwisa piştî şehîdbûna kurên wî, hertim bi serbilindî bas ji rê û rêbaza kurên xwe yên şehîd dikir.

Şehîd Hemehusên kurê hecî Elî, li sala 1342`an li gundê Hûye jidayîk bûye, û piştî şoreşa gelên Îranê tevlî rêzên xebatkarên Demokrat dibe û karî pila cihigir pel bi destve bîne, û li rêkefta 25`ê Gelawêja 1361`î de di encama şerekî nebermber de digel dagîrkarên Kurdistanê de li Kurê Meryem de şehîd dibe û termê wî bo gundê Hûye cihê jidayîk bûna wî hatiye veguhastin.

Şehîd Usman Ehmedî li sala 1347`an li gundê Hûye jidayîk bûye, û li rêkefta 5`ê Gelawêja 1366`an li şerê sepandî yê li Bîsaranê de, rûbirûyê azadîbikujan dibe û canê xwe fîda dike, piştre termê wî bo cihê jidayîkbûnê tê veguhastin û wir bi axê tê spartin.

Termê hecî Elî Ehmedî êvariya roja Înê di nav girseya xelkê deverê li nêzîkî qebrên kurên wî bi axa pîroz a nîştiman hate sparitin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê,  tevî nîşandana hevxemiya xwe ji ber jidest dana kesayetiyê wiha xwedî pêgeh, xwe şirîkê wê xema malbata wî û xelkê devera Jawaroyê bi giştî û xelkê gundê Hûye a hertim Demokrat dizane.