Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê lehengê Dalahoyê koça dawiyê kir

19:57 - 31 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Bavê şehîdê fermande, şehîd Xelîl Zari`î naskirî bi Xelîl Xeleban bi yekcarî xatirê xwe ji jiyanê xwest.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Kak Yedullah Zer bavê şehîd Xelîl Xeleban di temenê 95 saliyê de li bajarê Kirmaşanê koça dawiyê kir.

Şehîd Xelîl Xeleban sala 1335`an li bajarê kevnar ê Kirmaşan ji dayîk bû, û xwendina destpêkî, navendî û paşnavendî her di vî bajarî de tewaw kir, û bi sedema hestkirina bi belengaziyê û zulm û zoriya rejîmê li ser neteweya xwe, biryar da here zankoya efserî, da ku ji vê riyê ve bikare kêmekê ji êş û azara neteweya xwe kêm bike, û piştre bikare xizmetê bi gelê xwe bike.

Şehîd Xelîl Xeleban li ser vê biryara xwe di taqîkariya zankoya efserî de beşdarî kir, û bi pileyeke bilind li beşa balafirvaniya kolêja efserî di Tehranê de hate wergirtin, û piştî çend salan ew qonax ji xwendinê tewaw kir, û bû firokevanekî jêhatî û leheng.

Şehîd Xelîl Xeleban bi sedema lehengiya xwe li karê firokevaniya serbazî de, piştî bidawîanîna xwendinê li kolêja efserî ji aliyê arteşa Îranê ve bona domandina xwendin û pisporiyê di balafirvaniyê de bo Amerîkayê hate şandin.

Şehîd Xelîl Xeleban piştî bidawîanîna xwendinê li Amerîkayê vegeriya Tehranê, û li hêza esmanî ya arteşê de wekî firokevan hate wergirtin.

Fermandê şoreşger bi sedema hesta şoreşvanî û xebatkarane ya xwe kete ber çavdêriya dezgehên ewlehiyê ên rejîmê, û bo şikandina kesayetiya bilind ya şehîd Xelîl bo Kurdistanê hate şandin, da ku ji riya balafirên şer ve agir û hesin bi ser xelk û pêşmerge de bibarîne, bona vê ku kesayetî û navê wî di nava xelkê de lekedar be.

Fermandê cesûr di hemberî vê siyaseta dijîgelî ya rejîma axûndî de sekinî, û amade nebû pişt li neteweya xwe bike, lewra neçar bû xwe ji destên dezgehên ewlehiyê ên rejîmê rizgar bike, û xwe bigehîne Ewropayê.

Piştî çûna şehîd şehîd Xelîl Xeleban bo derveyî welat, pêwendî bi têkoşerên Demokrat ve girt, û bû endamê PDKÎ, û piştre ji riya Tirkiyê ve xwe gehande nava refên pêşmergeyên Kurdistanê.

Şehîd Xelîl Xeleban destpêkê di melbenda “Bakûra Kurdistanê” (Şimala Kurdistanê) de ma, û piştre pêwendî bi rêberê mezin şehîd Dr. Qasimlo ve girt, û rû li Dr. Qasimlo got ku: “Ez amade me roleke zêdetir di tevgera azadîxwaziya Kurdistanê de bilîzim”.

Şehîd Xelîl Xeleban piştre ji aliyê Deftera Siyasî ya PDKÎ ve hate bangkirin, û di hêza 110 ya Beyan de hate organîzekirin, û bi sedema jêhatîbûna leşkerî erka rêkxistina operasiyona vê hêzê pê hate spartin.

Piştî kongireya 6`ê, PDKÎ biryar da ku di navçeya Kirmaşanê de çalakiyan bike, û her di vê derheqê de biryar hate dan, ku hêza Dalaho bê çêkirin, û ji aliyê Deftera Siyasî ya PDKÎ ve erka fermandehiya hêza Dalaho bi şehîd Xelîl Xeleban hate spartin.

Rejîma terorîst ya Îranê bi sedema vê ku li hemberî cesûrî û qehremantiya şehîdê fermande ketibû qedeman, ji riya qirêjxwarên xwe ve li ser riya “Kozeran” di danîna pîlana girtina şehîd Xelîl Xeleban de serkevt.

Piştî vê pîlana hovane ya rejîmê şehîd Xelîl Xeleban bo girtîgeha Dêzilava ya Kirmaşanê hate veguhastin.

Piştî îşkencedaneke zaf ji aliyê celladên rejîmê ve, lehengê Demokrat şehîd Xelîl Xeleban di roja 2`ê Xezelwera 1364`an de, ji aliyê xwînrêjên Xomênî ve hate îdamkirin, û tevlî karwanê şehîdan bû, û di gundê Kanî Çermig de bi axa pîroz ya Kurdistanê hate spartin.

PDKÎ sersaxiyê li malbat û xizm û kesûkarên kak Yedullah dike, û xwe şirîkê xema wan dizane.