Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê pêşmergeyekî PDKÎ çû ser dilovaniya xwe

20:49 - 29 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Bavê Pêşmergeyekî PDKÎ di bajarê Bokanê de çû ser dilovaniya xwe.

Li gora nûçeya gihîştî malpera Kurdistanmedia, şeva Yekşemî 6`ê Xezelwera 1396`an, Ehmed Aqabêygî bavê pêşmergeyeke PDKÎ, ya bi navê Efsane Aqabêygî di bajarê Bokanê de çû ser dilovaniya xwe.

Ehmed Aqabêygî xelkê gundê Rehîmxan a girêdayî bajarê Bokanê ye, û di şeva derbazbûyî de koça dawiyê kir.

Efsane Aqabêygî keça xwedê jê razî Ehmed Aqabêygî ye ku niha nav rêzên pêşmergên PDKÎ de ye.

Ehmed Aqabêygî kesekî disoz û nîştimanperwer bû, û bi sedema rênîşandanên navbirî, gellek ciwanên derdora Kak Ehmed rêya pîroz a nîştiman a xwe hildibijartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbata Ehmed Aqabêygî û hemû kes û karên wî, û xwe şirîkê wê xema wan dizane.