Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdê Hizba Demokrat çû ber dilovaniya xwe

17:08 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Bavê şerhîdê sorxelat ê PDKÎ li bajarê Seqizê, çû ber rehmetê.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemî 2`ê Gelawêjê, “Mihemedelî Mihemedî” bavê şehîd “Husên Mihemedî” naskirî bi “Husên Çomelûyî” di temenê 71 salî de koça dawî kir.

Şehîd “Husên” sibêdeha roja Înê 30`ê Gelawêja 1388`an, hevdem digel şehîd “Ebdullah Dunyayî, Yusif Feqîhî û Azad Berayî”, piştî Du rojan şereke qehrimane digel rejîma terorîstperwer a Îranê, di navbera gundên “Tumarqamîş û kultepe”, tevî karvanê şehîdan nû.

Xwedêjêrazîbûyî, di nav girseya xelkê gundê Çomelû û deverê, li goristana Çomelû bi axê hate spartin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê ji malbat, xizim û kesûkarên navbirî re dibêje û xwe bi şerîkê wê xema wan dizane.