Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî PDKÎ koça dawiyê kir

12:52 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Bavê şehîdekî Hizba Demokrat a Kudistana Îranê li bajarê Ciwanroyê çû ber rehmetê.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endamekî dilsoj, bav û birayê şehîdekî PDKÎ li bajarê Ciwanroyê çû ber dilovaniya xwe.

Roja Pêncşemî 3`ê Gelawêjê, “Tofêq Wekêlî” naskirî bi “Tofêq Beg” û kurê “Rostem Begî Wekêl” û xelkê “Qelaya Ciwanro” li temenê 76 salî bi sedema kirîza mêjik li nexweşxaneya bajarê Hewlêrê koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî kesekî xweşnav û cihê baweriya xelkê deverê bû. Navbirî li malbatekî şoreşger bû ku li destpêka hatina serkar a rejîma Îranê, awareyê Başûra Kurdistanê bibûn.

Navbirî endamekî çeleng, dilsoj û emegnasê Hizbê bû û li devera Ciwanro û Hewreman û Kamiyaranê bi nav û deng bû.

Birayekî xwedêjêrazîbûyî bi navê şehîd “Sohrab Wekêlî” û kurek bi navê şehîd “Cemal Wekêlî” ku bi destî terorîstên rejîma Îranê li rêketa 18`ê Sermaweza 1358`an li cihekî bi navê “Mile Palingan” hate terorkirin.

Şehîd cemal li sala 1339`an jidayîk bibû û di temenê 59 salî de, tevî karvanê şehîdan bû.

Partiya Demokrat a Kursdistana Îranê sersaxiyê li malbat, xizm û kesûn karê navbirî dike û xwe bi şerîkê wê xema wan dizane.