Kurdistanmedia: Bavê Şehîdekî PDKÎ, li devera “Dol” a girêdayî bajarê Urmiyê, çû ber dilovaniya xwe.
Roja Şemî 5`ê Gelawêja sala 1398`an, “Ebdûlah Kûhî”, bavê Şehîd “Sadiq Kûhî”, koça dawiyê kir.
“Ebdûlah Kûhî”, kurê xwedêjêrazî “Mîrza Kûhî” sala 1303`an, di devera “Enzelê” de jidayîk bûye, û rûniştiyê gundê “Nenas” a girêdayî devra “Dol” a girêdayî devera bajarê Urmiyê ye.
Navbirî heya dawiya jiyana xwe, li ser rêbaza kurê xwe vefadar maye.
Şehîd “Sadiq Kûhî”, di sala 1338`an de li gundê Nenasê jidayîk bûye, li 5`ê Xezelwera sala 1363`an, ji aliyê terorîstên rejîmê ve, di cihek bi navê “Karêze” de hate terorkirin.
Tirba Şehîd “Sadiq” di gundê “Kûrê” a girêdayî devera “Enzel” a bajarê Urmiyê de ye.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê ji malbat, xizm û ke3sûkarê navbirî re dibêje û xwe şerîkê xema wan dizane.