Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî rêya azadiya Kurdistanê koça dawiyê kir

12:18 - 28 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Bavê şehîdekî PDKÎ li bajarê “Şinoyê” koça dawiyê kir.

Roja Duşemî, 5`ê Xermanan, “Yehiya Nesrûlahî” bavê “Xelîl Nesrûlahî” xelkê gundê Qasimlo, ser bi bajarê Urmiyê, û rûniştiyê bajarê Şinoyê di temenê 88 saliyê de, bi sedema nexweşiya dil çû ber dilovaniya xwe.

xwedêjêrazî kesayetiyekî nîştimanperwer bû, û heya dawiya jiyana xwe emegdarê rêbaza kurê xwe yê şehîd bû.

Malbata navbirî ji tirsa rejîmê, mala xwe li gundê Qasimlo bi cî hêla û li bajarê Şinoyê akincî bûn.

Termê navbirî di nav girseya xelkê bajarê Şino û Urmiyê de, li goristana “Şêx Smaîl” li taxa “Mam Temrî” a bajarê Şinoyê bi axa pîroz a Kurdistanê hate spardin.

Şehîd “Xelîl” naskirî bi “Xelîl Qenase” di sala 1343`an de, li Geliyê Qasimlo ji dayik bû, navbirî di dema ku tevlî refên Hêza Pêşmergê Kurdistanê bû, di hêza “Simko” de xebata xwe dom kir.

Navbirî bi sedema his kirin bi zilm û tepeseriya netewa xwe, tevlî refên Pêşmergên Kurdistanê bû, û erkê xwe yê Hizbî bi awaiyekî dilsozane bi rê ve dibir.

Şehîd “Xelîl”di rêkevta 20`ê Cozerdana 1362`an, di cihekê bi nave “Gundewêle” ser bi bajarê Şinoyê, li şerûpevçûnekê de digel dagîrkerên Kurdistanê, tevlî karvanê şehîdan bû.

Tirba navbirî li gundê “Caşêran”ê ye.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê ji malbat, Xizm û kesûkarên navbirî re dibêje, û xwe bi hevparê xema wan dizane.