Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê Şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê çû ber dilovaniya xwe

14:00 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Bavê Şehîdekî sorxelat a Kurdistanê, li bajarê Pîranşarê, koça dawiyê kir.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Roja Duşemî 24`ê Pûşper 1398`an, “Mam Ezîz Xizrî” li bajarê Pîranşar koça dawiyê kir.

Şehîd “Husên Xizrî” kurê Mam Ezîz, Pêşmergeyekî çeleng ê Hizba Demokrat bû, ku di sala 1359`an, di şer û pevçûnekê de digel dijegeliyên komara Îslamî a Îranê di devera “Hewşar”ê de tevî karvanê Şehîdên Kurdistanê bû.

Mam Ezîz hertim şanazî bi rêbaza kurê xwe yê Şehîd dikir.

Termê navbirî di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate sipartin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê ji malbata Mam Ezîz, xizim û kesûkarên navbirî re dibêje û xwe bi şerîkê wê xema wan dizane.