Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê çû ber dilovaniya xwe

15:47 - 22 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Bavê şehîdekî sorxelat a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarê Bane koça dawiyê kir.

Roja Înê, rêkefta 29`ê Xermanan, “Rehman Emînzade” naskirî bi hosta “Rehman” bavê şehîd “Nasir Emînzade” xelkê gundê “Benejaj” a girêdaya bajarê Bane, di temenê 90 salî de, koça dawiyê kir.

Şehîd “Nasir Emînzade” pêşmergê ciwan û qehreman ê Hiza Demokrat a Kurdistana Îranê bû, ku di şer û pevçunekê de digel Hêzên spaha pasdaran a terorîsta rejîma îranê, li ser cada dinavbera Bane û Serdeştê de, li pişt gundê “Siwêrû” şehîd bû.

“Rehman” dinav girseya xelkê deverê bi axa pîroz a Kurdistanê hate sipartin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarê navbirî, û xwe bi hevparê xema wan dizane.