Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî riya azadiya Kurdistanê çû ser dilovaniya xwe

21:44 - 6 Adar 2018

Kurdistanmedia: Bavê şehîdekî PDKÎ, di devera Hewramanê de çû ser dilovaniya xwe.

Di 14`ê Reşemeha 1396`an de, Mam “Ebdullqadir Şebrendî” bavê şehîd “Mistefa Şebrendî” xelkê bajarê “Nûdşe” a Hewramanê, çû ser dilovaniya xwe.

Mam “Ebdullqadir” kesekî navdeng û cihê baweriyê bû di nav xelkê vê deverê de, û herwisa mirovekî nîştimanperwer jî bû.

Şehîd “Mistefa Şebrendî” pêşmergê PDKÎ, di sala 1322`an hatibû dinê û di 6`ê Rêbendana 1363`an, di şerekî de, li devera “Sersûl” a girêdayî bajarê “Newsudê” tevlî karwana şehîdan bû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxî dibêje malbat û kesûkarên mam Ebdullqadir, û xwe şirîkê vê xema wan dizane.