Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî sorxelat çû ser dilovaniya xwe

11:03 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia:  Bavê şehîdekî PDKÎ, li bajarê Nexedê çû ser dilovaniya xwe.

 Li gorî nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemî rêkewta 26`ê Pûşpera 1397`an, “Sofî Mewlûdî” xelkê gundê “Xelîfan” a girêdayî bajarê Nexedê, bavê şehîd “Qadir Mewlûdî” çû ser dilovaniya xwe, termê navbirî di nav girseya xelkê deverê de, bi axê hate spartin.

Xwedêjêrazî kesekî nîştimanperwer û navûdeng bû, ku li pêxema nîştiman de, xwe ji tu karekî nediparast.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe hevparê vê xema van dizane.