Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bazirganên xwîn û serberedayîtiyê

18:19 - 22 Gulan 2018

Kerîm Perwîzî

Sistema dîplomatik û hiqûqî ya cîhanî îro  bi rengekî hatiye darêtin ku dewlet, têde biker û bandordarê serekî ne, û her welatek di vê sîstemê de normal hereket bike, dikare berjewendiyên hikûmet û berjewendiyên welatê xwe heta asteke mumkin dabîn bike.

helwêstên normal jî weke pêbendbûn bi yasa û peymannameyên navneteweyî ku ji bo aştî û aramiyê hewce ne, û riya bazirganiya serbest û azad vedikin, û vekirî jî dihêlin. Êdî eva ku di vê bazirganiya azad de, aboriyên gellek mezin, qazancên zêdetir dikin, tişteke xuya ye, lê welatên din jî dikarin heta astekê bexteweriyeke navgîn ji xelkên xwe re dabîn bikin.

Lê hekî hat û dewletekê hereketên normal tunebûn, di wê demê de çi wê biqewime?

Gelo ew dewlet bi têkdana yasa û peymannameyên ku hatine erêkirin, dikare bibe tenê serberedayî zordarê  di dever û cîhanê de, û dest bi ser hemû tiştî de bigire? Bêguman bersiva wê “na” ye, û çarenivîsa “SedamHusên”,  “Qezafî”, “Hîtlêr” û ...hwd û gellekî ên din jî li ber çav in.

Ku wisa bû dewleteke bi vî rengî çi dike? Sîstema cîhanê wê  digel de çi bike?

Ji bo bersiva vê pirsyarê, bi rengekî zelal Sûriye û bi taybet Komara Îslamî a Îranê  li ber çavên me ye.

Dewleta Sûriyê ku bi dehan hezar kesî kuştiye û bombeyên Kîmyayî li dijî xelkê xwe bi kar aniye, ji bo parastina tenê kesekî weke “Beşar Esed”,  xwe li xistiye himbêza Rûsiyayê, û Potîn ji bo wan diyarî dike ku çi bikin û yan jî çi nekin.

Di Îranê de, hekî rejîmeke demokratîk û normal li ser kar ba, ku cihê rizamendiya hemû neteweyên Îranê ba, wê demê di welatekî bi vî rengî de, ku renge di heyama 50 salên bê de, nifûsa wê ji 200 milyon kesî jî  derbaz be, ku dunyayek samanên jêr erdê heye, dikare bibe welatek gellek bandordar di asta Ewropa û rojavaya Asyayê de.

Lê niha desthilatdariya Komara Îslamî ku li dijî hemû pirensîpeke cîhanê û li dijî aştî û li dijî pêwendiyên dostaneye,  ji bo mana xwe neçar e hemû samana welat bi nirxeke erzan bifiroşe  barzirganên Ewropî û Çînê, û kelûpelên hewce bi nirxa çendîn hindeyî xwe, ji heman bazirganên Ewropî bikire, û herwisa kelûpelên bênirx û nebaş yên Çînê jî bikire da ku jê re bike Dolar!

Di vê bazirganiya bixwîn de,  welatên Ewropî samanên erzan dest xwe dixin, û  bazareke baş di destê wan de ye ku bi navê dorpêça Amerîka û guhnedan li gef û cezayên Amerîkayê,  kelûpelên xwe bi nirxeke giran bifiroşin rejîma Îranê, û  rejîma Tehranê jî hem siloganên xwe yên li dijî Amerîkayê didomîne, û hem jî desthilata xwe bi alîkariya bazirganên Ewropî didomîne. Ya ku di vê navberê de ji nav diçe, serwet û saman û erdnîgariya welatekê bi navê Îranê û deryayek xwîna rijiyayî ya neteweyên rûniştiyê vê erdnîgariyê ne.

Gelo bazirganiya kompaniyayên Ewropî, li jêr navên birîqedar ên wekî guhnedan bi Amerîkayê, û di bingehê de, ji bo talankirina Îranê, û dotina vî welatî, dikare rûçikê xwe li cem xelkê veşêre, û neteweyên Îranê jî nakevin bîra derbelêdan li berjewendiyên bazirganên xwîn û serberedayîtiyê?