Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belavbûna birûşûra taybet bi 25-ê Novamberê ji aliyê Navenda “Zagros”ê ve

18:02 - 25 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: “Komîteya Jinên Navenda “Zagros”ê li bajarê “Sine”, bi boneya 25-ê Novemberê, roja cîhaniya berbirûbûn digel tundûtîjî li dijî jinan çalakî kirin, û li çend cihên çiyayê Awyera wî bajarî, birûşûr belav kirin.

Li gor rapora belavbûya ya Navenda “Zagros”ê di torên civakî yên taybet bi xwe de, “Komîteya Jinên Navenda “Zagros”ê li dirêjiya kar û çalakiyên xwe de, roja Înê 2-ê Sermaweza 1397-an, bi belavbûna birûşûra taybet bi 25 Novemberê, li parka “Kûdek” (Zarok) heta “Gwêze kiwêr” di vê pêwendiyê de çalakî kiriye.

Endamên wê navendê di vî cihî de, ji bilî belavkirina wan birûşûrane, ku serbarê îşarekirina bi binavkirina vê rojê, diyarîkirina erk û wezîfeya jinan û çalakên mafê jinan di vê derheqê de tê de bi cîh kirine, û bi axavtina digel wî xelkî, di wî warî de, hewla rohnkirina wê birûşûrê bo xelkê jî dane.

Endamên “Komîteya Jinên Navenda “Zagros”ê, di rapora xwe de ragehandin: Armanca me ji vê helmetê, haydarkirina xelkê ye ji sedemên binavkirina wê roja cîhanî û girîngîdan bi xebat li dijî wê nerîta kevneperestane, ku pêsîra jinên welat girtiye.                                                                             

Navenda “Zagros”ê bi vî karî, jin û mêr wezîfedar kirine ku dibe hemû tevî hev, û mil bi milên hevdu, li dijî vê diyardeya qirêj rawestin û hewl bidin bo jinavbirina wê.