Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belgeyeke nû li ser terorkirina Dr. Qasimlo hate eşkerekirin

16:47 - 21 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Mamostayekî zanîngehê li parêzgeha Silêmaniyê belgeyeke nû li ser terorkirina Dr. Qasimlo belav kir.

Şerîf Hejarî mamostayê zanîngehê li parêzgeha Silêmaniyê bo yekem car ji riya malpera “Kurdistanmedia”yê ve belgeyeke nû li ser dosiyeya terorkirina Dr. Qasimlo belav dike.

Ew belgeya helwesta dewleta Amerîkayê ya wê demê derheq terokirina Dr. Qasimlo nîşan dide, ku ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve bo dewleta Utrîşê hatiye şandin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di vê belgenameyê de bi dewleta Utrîşê ragehandiye: "Belgeyên yekalîker û bawerpêkirî di ber dest de hene, ku diselimînin ku hikûmeta Îranê û balyozxaneya Îranê li Utrîşê bi vê terorkariyê rabûne, û gumanlêkirî jî hilgirê pasportên dîplomatîk ên Îranê ne".

 Belgenameya Wezareta Derve ya Amerîkayê di 22.08.1989`an ji Wezareta Derve ya Utrîşê ve bo Wezareta Dad a Utrîşê hatiye şandin.

Şerîf Hejarî ku bergek ji vê belgenameyê bo “Kurdistanmedia”yê şandiye, dibêje: "Ew belgenameya û çendîn belgeyên din di meha “October” a sala 1997`an de ji arşîva Wezareta Derve ya Utrîşê taybet bi keysa terorkirina Dr. Qasimlo ji aliyê kurdnasekî Ewropayî ve hatine kopîkirina û hilgirtin.

Piştre min (Şerf Hejarî) daxwaza belgenameyan jê kiriye, û li gora vê ku wî kurdnasî lêkolîn li ser Kurd kiriye, û min jî çendîn belgenameyên veşartî û nihênî ên Birîtanyayê li ser Kurd û destnivîsên serkirdeyên Kurd (bi taybet yên ewên Rojhilat) daye vî kurdnasî, lewra min kariye ku vê belgenameyê û çendîn belgenameyên din ji kurdnasê Ewropî wergirim".

Navbirî derheq girîngiya vê belgenameyê bi nûçegihaniya “Kurdistanmedia”yê ragehandiye: "Ew belge diselimîne ku Amerîka bi hûrî agehdarî terorkirina rêberekî ew qas mezin bûye, û bi hûrî jî zaniye ku çi kesanek bi vê terorê rabûne, û çi kesanek jî li pişt vê terorê bûne".

Navbirî derheq sedemên vê helwesta Amerîkayê dibêje:

"1-Herwekî ku di belgenameyê de xûya dike, û Wezareta Derve ya Amerîkayê jî qebûl kiriye: (Herçend Dr. Qasimlo di wê serdemê de rêberê tevgereke partîzanî-şoreşgerane bûye, lê Amerîka qebûl dike ku Dr. Qasimlo rêberekî xwedî rêz û hurmet a navdewletî û cîhanî bûye), lewra li ber vê sedemê (li ber pêgeh û giraniya Dr. Qasimlo di asta cîhanî de) Amerîkayê ew helwesta (li ser kaxezê) hebûye. 

2-Di vê belgenameyê de tê selimandin ku Amerîka girîngiyê dide terorên di asta navdewletî de, lewra wê terorê wekî teroreke dewletî ya rêkxistinkirî ya Îranî dizane, di pêxema rêgirîkirina ji terora navdewletî ya dewleta Îranê, û eva Amerîka vê daxwazê ji dewleta Utrîşê dike, wekî pêngavekê bo rêgirîkirina ji terora navdewletî ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê.

3-Amerîka ji vê dîtingehê ve jî ku hem di wê demê de, û (heta niha jî) xwe wekî rêberê lîberalîzma cîhanî zaniye û dizane, neçar bûye helwestekê (li ser kaxez)a wisa hebe, di wê demê de jî pêşbazî hebûye digel bizavên komonîstî, lewra wisa dizanim ku bi helwesteke (li ser kaxezê) weha jî, xwastiye ku xwe rizgar bike ji berpirsyariya dîrokî û nebûna helwesteke eşkere û zelal di keysa terorkirina rêberekî ew hinde azadîxwaz ya bibandor!.

Herçend ku ew wekî (Şerîf Hejarî) heya niha jî bîr ji vê yekê dikim: Ku gelo bersiva Wezareta Derve ya Utrîşê bo vê nameya Wezareta Derve ya Amerîkayê çi bûye?! Ku heya niha eva jî bi nediyarî maye.

4-Di warê siyasî de jî ew belgenameya peyameke Amerîkayê bûye bo dewleta Utrîşê ku: (Amerîka agehdarî tawanên dewleta Utrîşê ye digel dewleta Îranê), vê peyamê watayên din jî dikare hebin. Eşkere ye ku dewleta Utrîşê renge jê têgihîştibe, ku Utrîş di hewl de bûye pêwendiyeke aborî ya bihêz digel Îraneke dijî Amerîkayê ava bike, Amerîka jî bi vê nameya rasterast vê peyamê digehîne Utrîşê ku wekî Amerîka em aghedarî têkiliyên we ne digel Îranê, û bi vê yekê jî her xwîna bîrmend û rêberê xwendingeha “şoreşgerê hevdem” kirine goriyê berjewendiyên navdewletî"     

Dr. Ebdulrehman Qasimlo rêberekî hilkevtî ê pirr ji şanazî yê gelê Kurd e, û PDKÎ di qonaxeke dîrokî ya gellek hestiyar de, bi bîr û hizra geşexwazane ya xwe rêberî kir.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo roja 22.04.1368 (13.07.1989)`an di demekê de ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd digel hejmarek ji nûnerên rejîma Îslamiya Îranê di Viyenê de gotûbêj dikir, digel hevriyê têkoşer kak Ebdullah Qadirîazer endamê Komîteya Navendî ya PDKÎ bi destên bi nav nûnerên rejîma Îranê hatin şehîdkirin. Di vê terora necamêrane de Dr. Fazil Resûl kurdê Îraq û mamostayê zanîngehê jî, bi destên terorîstan hate şehîdkirin.