Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Benjamin Netanyahu”: Rejîma Îranê xwastiye mûşeka balistîk biceribîne

18:08 - 16 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Serokwezîrê Îsraîlê ragehandiye ku rejîma Îranê bi derev bas ji şandina mahwarê kiriye, lê wan xwastiye mûşeka balistîk biceribînin.

“Benjamin Netanyahu” serokwezîrê Îsraîlê li dijkiryara bi hewlên rejîma Îranê derheq şandina mahwarê bo fezayê ragehand, ku armanca rejîma Îranê ji avêtina vê mahwarê, ceribandina mûşekên balistîk bûye.

Mihemed Cewad Azerî Wezîrê Teknnîka Zanyariyan a Îranê ragehandibû ku wan di şandina mahwareyê de şikest xwar. Navbirî di “twitt”ekê de nivîsandibû: Mahware li du qonaxan de serkevtî bû, lê di qonaxa sêyem de nekarî bigihîje fezayê.      

Ruhanî jî pêştir gotibû: “Emê mahwarê bişînin fezayê, û ew mahware wê di 600 kîlometriya erdê de, wê cih bigre. Wî got hem mahware û hem jî mahwarehilgir ji aliyê ciwanan û xwendekarên me, bi taybetî zanîngeha Emîrkebîr ve hatiye çêkirin”. Li gor gotina Rûhanî, ew mahware wê rojê şeş caran geriyaba, û zaniyariyên xwe li derheq av, hewa, û daristanan, wê ji wan re bişandiba.

Herwisa “Benjamin Netanyahu” serokwezîrê Îsraîlê carek din pêdagirî kir ku dibe rejîma Îran bilez xaka Sûriyê bi cî bihêle, hekî wisa neke, bila li benda êrîşên herî tund ên me be.

Navbirî derheq çewtekariyên rayedarên rejîma Îranê jî got ku rayedarên vê rejîmê berdewam vir û derevan dikin, û heta li derheq avêtina mahwarê de jî derevan kirin, û armanca wan ceribandina mûşeka balistîk bûye.