Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Benjamin Netanyahu” xelkê Îranê ji kirîza avê rizgar dike

13:46 - 11 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Serokwezîrê Îsra`îlê ji bo çareserkirina kirîza kêmaviyê di Îranê de, têknolojiya welatê xwe dixe ber destên xelkê Îranê.

 “Benjamin Netanyahu” serokwezîrê Îsra`îlê di kurte vîdyoyekê de ku li ser rûpela fermî ya xwe belav kiriye, ji Îranê re pêşniyar kiriye ku, têknolojiya welatê xwe ji bo çareserkirina kirîza avê  û paqijkirin û parzîngkirina ava pîs dide xelkê Îranê.

Dewleta Îsra`îlê ji bo dana van zanyariyane ji xelkê Îranê re, malperek dirust kiriye û şêwaza paqijkirin û parzîngkirina av û averoyan, hînî van dike, û cûtyarên Îranî jî hîn dike, ku ew çavan dikarin berhemên xwe biparêzin.

“Benjamin Netanyahu” bas ji vê jî kiriye ku, welatê vî haydar e ku rejîma Îranê, bi  birêvebirina şaş û dizîna çavkaniyên avê, jîngeha Îranê tûşî metirsiyê kiriye.

Kêmavî di Îranê de, roj bi roj kirîza vê zêdetir dibe, û sebeba serekî ya vê kirîzê pirojeyên avê yên nekarnasane û siyasetên faşîstî yên rejîma Îranê ne, ku dixwaze navenda Îranê ku sehra ye û kirîza avê heye, bi talankirina çavkaniyên avê yên deverên din bi taybet Kurdistanê çareser bike.

Karnasên jîngehê yên navxweyî yên Îranê, li ser vê baweriyê ne ku, kirîza avê di navenda Îranê de dibe sebeba  terikandina gund û bajarên Farsakincî ji aliyê bi dehan milyon kesî ve, û karnasên siyasî bas ji vê dikin, ku egera çêbûna şerê avê di navxweyî Îranê û Rojhilata Navîn de roj bi roj zêde bibe.