Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdevdekê serokwezîrê Îsra`îlê spas û destxweşî li xelkê Îranê kir

20:11 - 10 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Şîpela nerazîbûnên xelkê bêzar yên Îranê ji desthilatdarên vê rejîmê, li hemberî siyastên navtêdan (tûjkirin, handan) û nermirovane yên rejîma Axûndî  ku di torên civakî ên weke “Twitter”ê de belav bûye, spas û pêzanîna berpirsên dewleta Îsra`îlê li pey xwe anî.

Hevdem digel meşên roja “Quds”ê ku di roja Înê ya dawiya meha Remezanê de ji aliyê rejîma Îran û destûpêwendiyên vê rejîmê ve bi rê ve diçe, her bi vê sebebê jî hejmarek ji xelkên Îranê yên ku torên civakî weke “Twitter”ê bi kar tînin, li hember siyasetên dijîmirovî û navtêdanê yên vê rejîmê, şîpeleke berfireh a nerazîbûnan lidar xistin.

Ev bikarhînerane di bangeşeyeke “Twitter”ê de, di şeva Înê 8`ê Hezîrana 2018`an, babet û nivîs ji riya heştega “WeStandWithIsrael” parve dikirin.    

Ev karê bikom û berfireh, bûye  sebeba rizamendî û keyfxweşiya rayedarên Îsra`îlê, û ji aliyê berdevkê serokwezîrê Îsra`îlê “Ofir Gendelman” ve, spas û destxweşî ji van kesane hate kirin.       

 “Ofir Gendelman” di “Twitter”a xwe de bi zimanê Farsî nivîsiye ku: “Spas û destxweşiyê dikim ji hemû ev xelkên Îranê  yên ku, îro siloganên pirr ji nifret yên Komara Îslamî a Îranê yên li dijî Îsra`îlê red kirine, û dostayetiya xwe li hemberî welatê Îsra`îlê anîne ziman, nifreta Axûndan tu demî dostayetiya di navbera neteweya Cihû û xelkên Îran û herwiha rêzgirtina  di navbera van de ji nav nabe”.