Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bêrêzîkirina endamekî Şivraya bajarê Bicnûrdê digel destfiroşên ser şeqaman

12:08 - 12 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Endamekî Şivraya bajarê Bicnûrdê bi awayekî tûnd digel kasibkarên ser şeqaman reftar dike û bi wî rengî bêrêziyan, bi wan destfiroşan re dike.

Roja Çarşemî 20`ê Xermanan, endamekî Şivraya bajarê Bicnûrdê yê bi navê Cemşîd Gerîwan, bi êrîşkirin li ser destfiroşên ser şegaman û bi awayekî xirab bêrêziyan ji wan re dike û ewan bi îxanetkar dide naskirin.

Reftara xirab a wî endamê Şivraya bajrê Bicnûrdê, bertekên welatiyên Kurd ên bajarê xurasanê li pey xwe hebûye.

Herwisa berpirsên kompaniyayên bajarê Bicnûrdê, bi sebeba pirsgirêkên malî, dest avêtine bi derxistina kedkaran.  

Di nav wan kedkarên destfiroş de, piraniya wan xwendevarên zanîngehanin û bo dabîn kirina xercê zanîngehê mijûlê karên destfiroşî li ser şeqamanin.

Bi wî awayî, rejîmê û şaredariya bajarê Bicnûrdê, bi hêceta derbe lêdan li ciwaniya bajar û dozvekirina xwedê dukanan, destavêtine bi xirkirina destfiroşên ser şegaman, û eve di halekê de ye ku, ew destfiroşane bi sedema nebûna kar û hejarî neçarin karên destfiroşî li ser şeqaman bikin.