Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên gendel ên rejîmê têne eşkerekirin

11:35 - 15 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Şaredarê bajarê Xuremabadê bi tawan gendelîkirinê hate desteserkirin.

Pêka nûçeyên navxweyî ên belavbûyî, Wehîd Reşîdî, Şaredarê bajarê Xuremabadê bi tawana gendelîkirina malî hate desteserkirin.

Eve heyameke ku, bi berdewamî gendelîkirina berpirsên rejîmê tête eşkerekirin.

Her di vê pêwendiyê de, di heyama çend hefteyên borî de, Riza Telayî berpirsê deftera Fenî a parêzgerî yê parêzgeha Lurstanê bi tawana gendelîkirina malî û aborî hate desteserkirin.

Ji aliyek din ve jî, 4 endamên şêvreya bajarê “Elêşter”, û şaredarê bajarê “Elêşter” û endamekî şêvreya bajarê “Birûcerd” û şaredarê berê yê bajarê “Ezna” a girêdayî parêzgeha Luristanê bi tawan gendelîkirinê hatine desteserkirin.

Berpirs û birêveberên rejîma Îranê bi cihê ku fikrekê bo aboriya welat bikin, tenê di fêkra gendelî û dizîkirinê de ne, rejîmek ku bingeha wî li ser gendelî, talan û tepeserkirinê hatibe avakirin, çavnhêriya wî li birêveberên wiha gendel jî heye.