Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên Herêma Kurdistanê: Axavtinên rayedarên rejîma Îranê cihê pêkenînê ne

21:52 - 8 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Piştî vê ku hejmarek ji karbidestên rejîma Îslamî a Îranê, îdi`a dikirin ku Hikumeta Herêma Kurdistanê, dest di meşên nerazîbûnê ên Îranê de hene, berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, helwêsteke tund li hember de girtin.

Li gora raporên belavbûyî, “Felah Mistefa” berpirsê beşa Pêwendiyên Karûbarên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînekê de digel “Siyamek Borhanî” cîgirê balyozê giştî yê rejîma Îranê li Hewlêrê, bi awayê fermî derheqê axavtinên “Muhsin Rizayî” serokê “Civata Diyarîkirina Berjewendiyên Rejîmê” nigeranî û nerazîbûna Herêma Kurdistanê anî ziman.

Di vê civînê de “Felah Mistefa” got ku: Ev axavtinên “Rizayî” bê bingeh û dûr ji yasayên navdewletî yên di pêwendiyên du aliyane ne,û hekî rejîma Îranê belgeyek di vê derheqê de heye bila zelal bike. Her di vê pêwendiyê de, “Nêçîrvan Barzanî” serokwezîrê Herêma Kurdistanê ev got ku tometên ji aliyê berpirsên payebilind yên rejîma Îranê ve derheqê Herêma Kurdistanê de, rengê pêkenînan didin, û aloziyên navxweyî ên Îranê tu pêwendiyek bi me ve nînin, û hêvî dikim ku ev di çarçoveya Îranê de bêne çareserkirin.

Ji aliyekî din ve, “Sefîn Dizeyî” Berdevkê Herêma Kurdistanê, ev tometên rejîma Îranê derheqê Herêma Kurdistanê de red kiriye, û gotiye ku Herêma Kurdistanê selimandiye ku her demî bûye faktora armiyê di deverê de, û bi tu awayekî rê nedaye û nade ku bibe sebeba dirustbûna aloziyan di deverê û welatên cîran de.

Her di vê pêwendiyê de, “Mistefa Hicirî” sekreterê giştî yê PDKÎ, di gotûbêja digel kanala “Rûdawê” de, gotiy ku: Ne ez, ne jî kesekî din haydarê wan civînan nebûne, di bingeh de civînên wiha nebûne, lê belê komara Îslamî a Îranê zêdetir ji ber vê yekê ye ku: Hewlêrê jî bi vê pirsgirêkê ve girê bide, lewra bas ji mijara Hewlêrê dike, ku hekî qirareke wiha hebe, tu hewce nine di Hewlêrê de be, ev saziyên ku Îran bas jê dike xwe di Ewropa û Amerîkayê de ne.