Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên malpera “Peyamnêr”ê daxwaza lêborînê ji PDKÎ kirin

16:21 - 7 Adar 2018

Kurdistanmedia: Piştî belavbûna nûçeyeke nerast û çewtekirî ji aliyê malpera “Peyamnêr”ê, nivîsîngeha lêpirsrawê gişît yê PDKÎ tevî redkirina vê nûçeyê, ji berpirsên vê malpera nûçegihaniya Kurdistana Başûr daxwaza zelaliya vê nûçeyê kir.

Malpera Peyamnêrê di nûçeyekê de belav kiribû ku PDKÎ ev nûçeya Ajansa Peyamnêrê red kiriye, û malpera Peyamnêrê jî daxwaza lêborînê li PDKÎ kiriye.

Malpera Peyamnêrê di vê rapora xwe de bas ji vê kiriye ku, PDKÎ nûçeya Ajansa “Peyamnêr”ê red dike ku di heyamên derbazbûyî de belav kiribû ku, ji aliyê “Lahûr Cengî” ve pere ji PDKÎ re hatiye danê, da ku PDKÎ li hemberî bûyerên Kerkûkê dengê xwe neke.

Di doma vê nûçeya malpera Peyamnêrê de hatiye ku, di daxuyanyekê de, nivîsîngeha lêpirsrawê giştî yê PDKÎ ragehandiye ku, wêneyek ji bo Ajansa Peyamnêrê şandiye, û tê de hatiye: Nûçeyek di 28`ê meha Şibata 2018`an de, belav kiriye ku li gora vê nûçeyê PDKÎ 50 Defter Dolar ji “Lahûr Şêxcengî” wergirtiye, ev nûçeya nerast e, û red dikin.

Malpera Peyamnêrê belav kiriye ku, PDKÎ dibêje ku, PDKÎ tu pereyek ji “Lahûr Şêxcengî” wernegirtiye, û herwisa tu pêşmergeyekî PDKÎ jî bi tu tawanekî ji aliyê Asayişa bajarê Koyê ve nehatiye binçavkirin da ku ev daxwaza azadkirinê bikin.

Di dawiya vê nûçeyê de, berprisên malpera Peyamnêrê belav kirine ku, ji aliyê xwe ve, Ajansa Peyamnêrê daxwaza lêborînê ji PDKÎ dike, û dibêje ku, Ji aliyê çavkaniyekê ve çend belge ji bo me hatibûn ku nîşan didan PDKÎ nêzîkî 50 defter Dolar ji “Lahûr Çengî” wergirtiye, lê piştî daxuyaniya PDKÎ me lêkolînên xwe derheqê vê nûçeyê de zêde kirin, û zelal bû ku ev belgeyane hemû saxte bûne, û ji bo derbelêdana PDKÎ bûne, her bi vê sedemê jî, niha ev nûçeya Ajansa Peyamnêrê me vêde biriye, û stafa Ajansa Peyamnêrê jî daxwaza lêborînê ji PDKÎ dike”.