Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên payebilind ên rejîmê bi awayekî berdewam serdana Kurdistanê dikin

14:12 - 12 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Cuda li wê ku fermanderên Spaha Pasdarana terorîst û berpirsên din ên leşkerî yên rejîma Îranê serdana Kurdistanê dikin, karbidestên siyasî ên rejîmê jî, bi awayekî berdewam serdana Kurdistanê dikin.

Li gorî raporên ku Nûçegihanên rejîma Îranê belavkirine, cêhigirê Wezîrê navxwe ê rejîmê serdana sînorê Temerçîna li bajarê Pîranşarê kiriye û digel karbidestên rejîmê yên di wî bajarî de civiyaye.

Nûçegihanên rejîmê, ew serdana cêhigirê Wezîrî navxwe yê rejîmê bo çareserkirina arîşe û zêdebûna mi`amileya bazirganî ên li ser sînorê Temerçînê dane zanîn.

Hevdem wî berpirsê rejîmê îdi`a kiriye ku, dibe bazarçeyên nefermî bên komkirin, da ku xelk bikare li qazancên wî sînorê behrê verbigirin.

Serdana berpirsên leşkerî û siyasî bo dever û çiyayên Kurdistanê bi merema ber bi pêşvebirina aborî û xweşderbasiya xelkê Kurdistanê nîne, belkû serdanên wiha, tenê bo wê yekê ne ku, Kurdistanê zêdetir awarte bikin.

Hevdem fermanderên rejîma Îslamî ya Îran, bi fermî basa wê yekê dikin ku, bo pêşîgirtin li çalakiyên Partiyên Kurd li navxweyî welat hemû rêyekî digrin.

Li dema despêkirina xebata PDKÎ û amadebûna “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” li hûndirê welat, rejîma Îslamî a Îranê, bi hemû hêzekê dest avêtine bi awartekirina Kurdistanê.