Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîma Îranê ji herifîna desthilata xwe tirs hene

11:48 - 20 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Endamekî Şêvra Diyarîkirina Berjewendiyên rejîma Îranê ragehandiye ku: Piştî vekişiyana Amerîkayê ji lihevkirinnameya Bercamê, arîşe û nigeraniyên serekî yên me, tirs ji herifîn û guherîna rejîma me ye.

 “Elîekber Natiqê Nûrî” endamê Şêvra Diyarîkirina Berjewendiyên rejîma Îranê, di civîna digel berpirs û nûçegihaniya “IRNA”yê de bas ji vê kiriye ku, ji îro şûnda serekîtirîn pirsgirêk û kirîza rejîma Îranê, tirs ji herifîna desthilatê ye, ne tirs ji Bercamê.

Herwiha navbirî gotiye ku: “Amerîka bi zelalî bas ji vê kiriye ku, ev ji bo guherîna rejîma Îranê kar dikin, û ji aliyekî din ve jî, du welatên Îsra`îl û Erebistan jî, bi awayekî berdewam hewl didin, da ku Amerîkayê neçar bikin da ku êrîşî ser me bike”.

Nûrî tevî vekişiyana Amerîkayê ji Bercamê,  bi berdewamî ev lihevkirinnameya bi qazanca rejîma Îslamî a Îranê zaniye, û bas ji vê kiriye ku, di egera hilweşandina yakcarî a lihevkirinnameya Bercamê de, li gora beşa heft a yasaya saziya NY, egera êrîşkirinê bo ser rejîma Îranê ji aliyê welatên cîhanê li pey xwe heye”.

Navbirî di vê derheqê de gotiye ku: ”Beşdarî û çalakiyên me di welatên devera Rojhilata Navîn de bûye serekîtirîn xala aloziyên di navbera me û Amerîka û Hevalbendan de, ku di egera hilweşandina Bercamê de, li gora beşa heft a yasaya saziya NY, welatên cîhanê dikarin êrîşa leşkerî bikine ser wî welatî ku, dibe gef li ser ewlehî û aramiya cîhanê, ji bo mînak desthilata “Sedam Husên” di Îraqê de biherifînin”.

Destêverdan û çalakiyên têkderane yên rejîma Îslamî a Îranê, û berdewambûna vê rejîmê di zêdekirina pirojeyên mûşekên balistîk yên xwe, û hebûna gumanê derheqê domandina bernameyên  navikî yên xwe, sebebên serekî yên vekşiyana Amerîkayê ji vê lihevkirinnameya Bercamê bû ye , û herwisa xwedî hêzên Ewropî jî, bi merca çareserkirina wan nigeraniyan û dawî anîn bi çalakî û destêverdanên rejîma Îranê di karûbarên welatên deverê de di lihevkirinnameya Bercamê de vê bimînin.  

Amerîka bi alîkariya welatên Erebî yên devera Rojhilata navîn hevl didin, da ku hevalbendiyekê li dijî rejîma Îranê pêk bînin.