Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîma Îranê li hemberî zirar berketiyan xemsariyan dikin

12:26 - 9 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Bi sedema barîna baran gurr û rabûna lehiyê, zozanên bajarê Makûyê ziyaneke bê sînor ber ketin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, Bi sedema barîna baran gurr û rabûna lehiyê zozanên bajarê Makûyê, ziyaneke bê sînor ber ketin û her di vê bûyerê de jî, 103 xêvetên zozaniyan bi awayekî tewav ji nav çûne, û navendên hawar hatinê ên rejîma Îranê jî, piştî derbasbûna çend rojan bi ser vê bûyerê de, bi hawara hevwelatiyan de çûne.

Hevdem 124 gundên bajarê Kirmaşanê jî heya niha li hebûna ava vexwarinê bê parin, û hevwelatî bo dabînkirina ava vexwarinê, li tiromibîlên ku avê vediguhezin, mifahê verdigrin.

Xelkên wan gundan ku di germaya bi qasî 40 pileyê de, neçarin li ava ku bi tiromibîlan tê vediguheztin mifahê verbigirin, û berpirsên rejîma Îranê jî, tu hewlekê derheq veguhastina avê bi boriyan nade.

 Ji aliyekî din ve, welatî bo dabînkirina ava vexwarên neçarin bi demjmêran rêz bin û herçend ku ava tankêrên tiromibîlan jî paqij ninin û saxlemiya welatiyan dixîne metirsiyê, û welatî aciziyan dibînin.

Berpirsên rejîmê di hilkevtên cuda de, serdana bajarê Kirmaşana erdhejlêdayî dikin, û her yek li gor pileyên xwe soz û qewlan derheq gihandin û dabînkirina hewcehî yan îmkanatan ji hevwelatiyên zirar berketî û bê stargeh re didin, lê ew soz û qewl, tu demê nehatine cîbicî kirin.