Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîma Îranê puşmanin ku çeka navikî çê nekirine

13:41 - 25 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Hez û meylên karbidestên rejîma Îranê ji bo bidestanîna çek û teqmeniyên curbicur dawî pê nayê û nirxên giran jî, bo didin.

Husên Mûsewiyan endamê paye bilind ê berê yê tîma navikî a Îranê, di gotûbêjeke sê demjimêrî de, digel rojnameya “Hemşehrî” gotiye: Hekî ez di serdemê Ehmedî Nejad de bama, minê biriyar daba ku bomba etom bête çê kirin.

Ew karbidestê berê yê rejîma Îranê bas ji wê yekê kiriye: Rûdawên wê demê ku ez baliyozê Îranê li welatê Almaniyayê bûm, bû sedema vê yekê ku min nekarî pêşketinekê bi dest bînim.

Mûsewiyan di axavtinê xwe de got: “Mîkonûs tenê nebû, rûdawa Bextiyar, rûdawa Qasimlo û rûdawên din jî, pêşî ji kar û çalakiyên min li Ewropa yê de girt”.

Navbirî rû li karbidestên rejîmê got: “Bo xatirê xwedê, bo xatirê berjewendiyên xelkê kar bikin ku nirxa perê Îranê bilind be û aboriya Îranê cêhgir be”.

Her di vê gotûbêjê de bas ji rewşa siyasiya niha ya Îranê û dorpêçên Amerîkayê bo ser Îranê kir ku, ew givaşane bi armanca bi çok anîna Îranê û hewdem bas ji gotûbêja Îranê digel Amerîka û berpisên din ê rejîma Îranê, tenê Xamineyî biriyarê dide.

Di dawiyê de “Mûsewiyan” tekez kir ku Îran dibe peywendiyên Îsraîlê bi ewlehiya kendavê ve bi micid bigire, ji ber ku, gefeke micide bo ser ewlehiya Îranê.