Kurdistanmedia: Riza Telayî berpirsê deftera Fenî a parêzgerî yê parêzgeha Lurstanê bi tawana gendelîkirina malî û aborî hate desteserkirin.
Li gorî nûçeyên navxweyî yên belavbûyî, roja Duşemî 31`ê Pûşperê Riza Telayî berpirsê deftera Fenî a parêzgarî yê parêzgeha Lurstanê, bi tawana gendelîkirina malî û aborî hate desteserkirin, û eve 3`emîn berpirsê rejîmê ye ku di wê parêzgehê de bi tawana gendelîkirinê tê desteserkirin.
Riza Telayî berpirsê deftera Fenî a parêzgarî yê parêzgeha Lurstanê, bi tawana gendelîkirina malî û aborî hate desteserkirin, û herwisa di heyama çend rojên derbasbûyî de, Ehmed Muradpûr cihgirê avedanî yê parêzgarî ê parêzgeha Lurstanê, û Sîyawûş Sipehwend birêveberê deftera karûbarê bajarî û şivrayên parêzgar ê Luristanê, bi tawana gendelîkirina malî û aborî hatine desteserkirin.
Her di vê derheqê de, di heyama çend hefteyên derbasbûyî jî, 4 endamên şivraya bajarê Eliştir, û şaredarê bajarê Eliştir û endamekî şivraya bajarê Birûcerd û şaredarê berê yê bajarê Ezna yê a girêdayê parêzgeha Luristanê bi tawan gendelîkirinê hatine desteserkirin.
Berpirs û birêveberên rejîma Îranê bi cihê ku fikrekê bo aboriya welat bikin û fikra hevwelatiyên zirarberketî yên lehiyê bin û kêmasiyên wan dabîn bikin, lê tişta ku bi berdewamî li serî kar dikin û gelek jî li serî micidin, ew jî dizî kirina dahata welate, berpirsên rejîmê tenê hînê dizîkirinê û gendelîkariyan bûne.