Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîmê li dijî yektir çewtekariyan dikin

12:18 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Berpirsekî rejîmê daye zanîn ku, Berpirsên Îranê tenê hewaran dikin û xelk kirine mertal li pêşiya xwe daku bigin bi armancên xwe.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, Ehmed Tewekûlî di gotûbêjekî digel “rojnameya Îran” daye zanîn ku, xelk gihîştine wê encamê ku berpirsên rejîmê wan wekî mertalekî bikar tîne û mifahê jiwan verdigrin daku bigihêjine armancên xwe.

Herwisa navbirî got: Ev karê wan berpirsane bi rojek û Du rojan nayê veşartin, ewe reftareke ku 40 sale berpirsên paye bilind ên rejîmê bikar tînên, û eve ji meseleyên biçûk ve destpêkir û hêdî hêdî mezin bû heya gihîşte wê astê.

Herwisa navbirî di berdewamiya axavtinê xwe de got: Hekî xelk tu baweriyeke wan ji me re nemabe pirsgirêka ya meye, hekî me karê xwe bi dirustî bi rê ve biriba, hekî gendelî neba, û herwisa hûn her aliyekî temaşa bikin dosyayên gendelî yên berpirs û zarokên wan têne xûyakirin.

Axavtinê wî berpirsê rejîmê di halekê de ye ku, bi berdewamî berpirsên rejîmê li dijî yektir çewtekariyan dikin û herwisa dema ku digihêjin nêzî dengdanên şaredariyê, bi hemû awayekî qewlên direw û wale ji xelkê re didin, daku bi wan qewlên direw serkevtinê bi dest bîn in