Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîmê soz û qewlên xwe cîbicî nakin

11:18 - 8 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîmê  derheq xizmetkirinan de, bo deverên ku Kurd lê akincî ne, soz û qewlên vala ji hevwelatiyan re didin. 

 Li gorî zanyariyên ber dest, berpirsên îdareyî, yên rejîmê yên devera Enzel a girêdayî bajarê Urmiyê, 5 salan berî niha xerîteya rêyên di navbera gundên wekî “Kûra Serê û Kûra Xwarê, Mêşik, Pîrgul, Dêleder û Nûredînabadê darêtibûn, da ku hem rê û hem jî pira li ser çemê Kûra Xwarê  bo derbazbûna hevwelatiyên wê deverê ji wî çêmî di heyama hatina lehyî de çê bikin, lê tenê xerîteya wê kêşandine, û heya niha jî tu karekî din di vê derheqê de encam nedane.

Herwisa xelkê gundên wekî, Kûra Serê û Kûra Xwarê, Mêşik û Pîrgulê, bi sedema hişiksaliyê, ji nebûna avê di gundên xwe de aciziyan dibînin, û berprisên rejîmê yên devera Enzel a girêdayî bajarê Urmiyê jî, soz dabûn ku di demsala Bihara îsal de, dest bi çareserkirina pirsgirêka avê bo wan gundan bikin, û heya demsala payîzê, di hefteya dewletê de piroseya ava wan gundan dawiyê pê bînin, da ku pirsgirêka ava wan jî çareser be, lê heya niha tu yek ji van soz û qewlên berpisên hikûmetê nehatine cîbicîkirin, ev tenê axavtin bûne.

Her di vê pêwendiyê de jî, hevwelatiyên Kurd yên xelkê wan gundan, bi belavkirina nivîsan di torên civakî de, derheq dana soz û qewlên vala yên berprisên hikûmetê nerazîbûna xwe nîşan dane û ev rexne kirine.