Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpisên rejîmê çewtekariyan dikin

12:57 - 17 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîma Îranê derherq hewla xelkê xwebexş û medenî ya bo komkirina alîkariyan bo xelkê zirar berketî, çewtekariyan dikin, û lêdvanên şaş di vê derbarê de lêdidin.

Husên Fîrozî, cihgêrê Parêzgarê parêzgeha Sine, bas ji hewlên xelkê yên derheq komkirina alîkariyan bo xelkê zirarberketî de gotiye: Ev hewla hevwelatiyan nîşaneya hevderdiya xelkê Kurdistanê digel hevwelatiyên zirar berkî ye.

Herwisa navbirî bas ji, komkirina alîkariyên pere ji aliyê Kedkaran û Karmendên îdareyên rejîmê kiriye û ev kara bilind nirxandiye.

Eva di demekê deye ku, rejîm berdewam hewl dide da ku pêşî ji komkirin û gihandina alîkariyan bo xelkê zirarberketî ji aliyê xelkê ve bigire û herwisa gefan ji çalakvanên medenî dixwe.

Her di vê pêwendiyê de, piştî rabûna lehiyê li Luristanê, xelkê Kurdistanê, bi avakirina kempêyna bi navê “Luristan çavnihêrê me” hewla komkirina alîkariyan bo xelkê zirar berketî dane û di pirraniya bajarên Kurdistanê de jî digel raftarên tund yên navendên ewlehiyê yên rejîmê rûbirû bûne.

Rejîm ji aliyekî pêşî li çalakiyên çalakvanên medenî digire û gefan ji van dixwe, ji aliyekî din ve bi lêdvanên nerast, pêştevanî li hewlên xelkê dike û
berevajî nîşandana rastiyane.