Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berprisên rejîmê tenê astengiyan bo xelkê diafirînin

16:56 - 9 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîmê bi daxistina dukanên welatiyan tenê diyardeya betaliyê berfireh dikin.

Endama Komisyona Civaka mecilisa şêvra îslamî, Suhêyla Cilvêdarzade derheq axavtinê Serdar Husên Rehîmî ku, du rojan berî niha bas ji daxistina 547 dukanên welatiyan li seranserê Îranê kiribû got, bi daxistina dukanên welatiyan bi sedemên coda tenê diyardeya betaliyê di welat de zêde dike,lê, tu çareseriyek bo van nabe.

 Herwisa vê berpirsa rejîmê da eşkerekirin ku, bi daxistina 547 dukanan, di demekê de ye ku aboriya welat di rewşeke xirab de ye, û her ev jî dibe sedema betalbûna nêzîkî 5 hezar welatiyan.

Berpirsên rejîma Îslamî, endamên malbatên xwe bo xweşderbazî û dersxwendinê bo welatên Amerîka û Ewropayê dişînin, lê, dema welatiyek di cihê karê xwe de, tenê mûzîkekê ku hûnermendeke dervey welat dixwîne guh digire vê gunehbar dizanin, û dukan û kargehên van dadxînin û xwedî kar jî desteser û ceza didin.

Ji aliyekî din ve jî, berpirsên rejîma Îslamî ya Îranê, bixwe agehdarê rewşa aboriya welatin û dizanin ku betalî û destengî di welat de bêdadiyê dike, lê, li tirsa jidestdana postên xwe, neçarin çewtekariyan bikin yan jî welatiyan azar didin yan jî bi cihê çareserkirina arîşeyên wiha lidijî yektir diaxivin.