Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDK Îranê bi boneya êrîşa rejîma Îslamî a Îranê û berxwedaniya xelkê bajarê Sinê li sala 1980’an li bajrê Sinê, kar û çalakiyên teblîxatî birêve birin.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, endam û alîgirên PDK Îranê bi boneya bîranîna 32 saliya berxwedaniya xelkê û hêza pêşmerge di şerrê 24 rojî yê bihara 1980’an, dest bi kar û çalakiyên tevblîxî kirin.
Cihên ku karê teblîxatî tê de hatiye kirin ev in:
Gereka Axezeman, Sîrûs, Nimekî, Bilwara Kurdistan, Kanî Duşem, Girêze, Qetarçiyan, derdora nexweşxaneya Bêiset, Tazawa, Nasir Xusrew û derdora firoşgeha Êtika.
Dirûşmên ku di wan kar û çalakiyan de bikar hatine, ev in: Silaw ji xelkê berxweder yê bajarê Sinê, silaw li hêza Pêşmerge û riswayî bo dagîrker û êrîşkeran.
Bihara sala 1980’an di dirêjiya êrîşên rejîma îslamî a Îranê bo ser Kurdistanê û di çarçoveya hukmê cîhada Xumênî li dijî gelê Kurd, êrîşek berfireh bo ser bajarê Sinê hat kirin ku berbi rûyê xelkê berxweder û hêza pêşmerge bûyeve û di heyamê 24 rojan de lehengiyek din bi berxwedaniya xelk û hêza pêşmerge ji gelê Kurd re hat tomarkirin. Bûyera han bi şerrê 24 roje yê bajarê Sinê hat binavkirin.