Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşa malî ya PDKÎ bangewazek belav kir

18:10 - 30 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Rêkxistina Giştî ya PDKÎ li dervey welat rû li hemû Kurdekî welatparêz û azadîxwaz dike ku her wekî hertim bibin pişt û stargeheke bihêz bo PDKÎ.

Deqa bangewazê weha ye:

Hevwelatiyên azadîxwaz!

Xebatkar û şoreşgerên mandînenas, hogirên azadî û dadperweriyê!

Endam û alîgir û dostên PDKÎ!

Herwekî  ku hûn agehdar in rejîma terorîst a Komara Îslamiya Îranê wekî makeya terorîzma cîhanî bi sedema berçavgirtina siyaseta destêwerdana di nav karûbarên navxweyî ên welatan û piştevaniya ji rêkxirawên terorîstî ên navçe û cîhanê, û herweha bi sedema lawaziya di birêvebirina welat, û xistina di nav metirsiyê de ya ewlehiya hemû gelên Îranê, û bi taybetî jî li Kurdistanê, ji hemû demekê zêdetir di asta navxweyî û derve de wekî rejîmeke dijîmirovî, xelkê jê bêzar e.

Çirûska serhildanê di navxwe de hatiye lêxistin, û di asta navneteweyî de jî digel dorpêçên herî tund ên aborî berbirû bûye. Di demekê de temenê pirr ji tawan ê vê rejîma terorîst gihaye ser lêva kendalê jinavçûnê, ku tevgera Kurd di Rojhilata kurdistanê pitir ji caran li ser gihîştina bi mafên rewa û demokratîk ên xwe pêdagir û bihêztir bûye, û bi taybetî jî “Rasan”a Rojhilata Kurdistanê di çend salên borî de bi cangorîtî û qehremantiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê gellek deskevtên binirx bo neteweya me  bidest xistine, û kariye xebata rewa ya gelê me di asta cîhanê de bixe rojeva bûyeran, û nasnameya taybetî pê bibexşe.

Xebata gelê me ya neteweyî, û bi taybetî jî “Rasan” a Rojhilata Kurdistanê, bi pêşnegtiya PDKÎ di serdema niha de ji qonaxeke hestiyar re derbaz dibe, û derfeta dîrokî li ber dest e ku hewce ye hemû aliyek bi berpirsayetî ve,  vê derfetê di pêxema rûxandina Komara Îslamî û gihîştina bi mafên rewa ên me bi kar bînin, û tev dilsoj û azadîxwaz û bi taybetî jî endam û alîgirên  bibawer ên PDKÎ li dervey welat alîkar bin, bona vê ku em bikarin zêdetir bîrûraya giştî ya cîhanê ber bi pirsên neteweyî û pirsa Kurd rakêşin, û di navxwe ya welat de jî qonaxa serhildanê û dengê xebata zêdetir bikin piraktîk û rastî.

Niha erk û wezîfeya me hemiyan çi wekî kes yan bikom ew e ku em vê xebatê bigehînin armancê, û her wekî ku dizanin yek ji çavkaniyên sereke ên hewcehiya serkevtina vê xebatê jî, hebûna bingeheke malî ya bihêz e ku PDKÎ şanaziya vê yekê pê hatiye birîn, ku wekî hêza neteweyî û cihê baweriya gelê me pişta xwe bi civatên xelkê Kurdistanê û gelê xwe li dervey welat qahîm bike. Her di vê derheqê de Rêkxistina Giştî ya PDKÎ li dervey welat rû li hemû Kurdekî welatparêz û azadîxwaz û bi taybetî ji Kurdên dervey welat dike, ku her wekî hertim pişt û penayê bihêz ê hizba xwe wate PDKÎ û tevgera azadîxwaziyê bin li Rojhilat, û li gora şiyana xwe alîkariya malî pêşkêş bikin. Bi Xatircemî ve alîkariya we bibandor dibe di biyavê ber bi pêşveçûn û bihêzbûna Rasana Rojhilat.

Pêştir bi navê PDKÎ em spasiya we hemiyan dikin û destên we yên yarmetîbexş digivişînin.

Bi hêviya serkevtinê

Beşa Malî

29.10.2018