Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşar Esed weke cinayetkarê şer hate naskirin

20:47 - 15 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Beşar Esed ji bo carekî din ji aliyê saziyên mafên mirovan ve, weke cinayetkarê şer hate naskirin.

Saziya Lêborîna Navneteweyî, roja Duşemî 22`ê Xezelwera 1396`an, di raporekê de, Beşar Esed serkomarê rejîma Be`is a Sûriyê, heyan niha bûye sebebkarê kuştina 330 hezar kesên bê tawan yê xelkê Sûriyê, û weke cinayetkarê şer hatiye naskirin.

Di vê raporê de, dorpêça beşek ji xaka Sûriyê û derkirina bi zorê ya rûniştiyan ji aliyê artêşa Sûriyê û encamên şer weke cinayetên şer hatiye pênasekirin.Herwisa bi eşkere bas ji vê yekê dike ku deverên ku dorpêç kirine, bombebaran kirine, û herwiha pêşî ji gihandina alîkariyên destpêkî ên mirovahiyê jî girtine.

Ev kiryarên artêşa Sûriyê ji aliyê rejîma Îranê ve tên piştevanîkirin, û her eva bûye sebeb da ku xelkê wan deveran destê wan negîje xwarin û derman û sotemeniyan, ku hewcehiyên destpêkî yên jiyanê ne, û ew yek dibe sebebê çêbûna karesata mirovî.
Herwiha di vê raporê de, agirbesa di navbera hêzên dijber ên Beşar Esed û artêşa Beşar Esed de, weke karesatek ji bo jiyana xelkê hatiye pênasekirin, û ev agirbesa jî, wekî “rêçareya dîplomasiya berçav (zahirî)” bi nav kiriye, ku her bi vê sebebê jî mafên mirovan tê binpêkirin.

Di beşek din a vê raporê de hatiye ku, rejîma Beşar Esed bi hezaran kesî kuştine û aware kirine, da ku bi vî awayî bikare givaşan bixe ser dijberên xwe, û danûstandinan bi qazancên xwe tewaw bike.