Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya jinan di stadyoma Tehranê de, şikest û paşvekişiyana rêjîma Îranê ye

12:07 - 11 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Roja bihorî di demekê de leyîzqa Fûtbolê li stadyoma Azadî ya bajarê Tehranê de, di navbera du tîmên Pirispolîs ya Îranê û Kaşîma Antlrz ya Japonê  bi rê ve diçû, pareke berçav karîn biçne nava yarîgehê, û temaşeyê wê leyîzê bikin.

Hêzên rejîmê bi tu awayekî nekarîn berahîka jinan bigrin û neçar bûn teslîm bin, û rê bidin ku Jin biçne jorê.

Çûna jinan bo nava werzişgeha Azadiyê, ne li ber evê hindê ye ku rêjim vekirî bûye û bawerî bi vê yekê heye, belku eva nîşana zelûlî û bêhêzî û tirs û xofa ji hêza xelkê Îranê û bitaybetî jinan e, û di rastî de destbirina bo agir e.

Herçiqas rêjîm li piropagenda xwe de radigehîne ku li ser daxwaza “FÎFA”yê îzin daye jin biçne nava werzişgehê, lê dîsan jî xapandin bi kar anîn da ku hindî kêm biçne jorê.

Di rewşekê de ku rêjîm di hemî warekî de li jêr givaşê daye.