Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya lêpirsyarê giştî yê PDKÎ di merasima roja nîştimanî ya Firansayê de

13:18 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: “Mistefa Hicrî” Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, li ser gazîkirina fermî, di merasima roja nîştimanî ya welatê Firansayê de beşdarî kir.

Êvariya roja Şemî, rêkevta 23`ê Pûşperê, li ser gazîkirina fermî ya balyozxaneya welatê Firansayê ya di bajarê Hewlêr a Herêma Kurdistanê de, şandeke PDKÎ, bi serpereştiya “Mistefa Hicrî”, Lêpirsyarê Giştî yê hizbê di merasîma roja nîştimanî ya welatê Firansayê de beşdarî kir, û her bi vê boneyê jî, Lêpirsyarê Giştî yê hizbê pirozbahiyên Partiya Demokrat ji “Dominig Mas” balyozê Firansayê re ragehand.

Ev merasima bi beşdariya piraniya balyozên welatan yên ku li Hewlêrê akincî ne, û “Nîçîrvan Barzanî” serokwezîrê Herêma Kurdistanê, çendîn şandên partiyên din, medyayên biyanî û navxweyî hate lidar xistin.

Hêjayê basê ye ku, Lêpirsyarê Giştî yê hizbê, di kêlega vê mersimê de, hevdîtin digel çendîn balyoz, kesayetî û nûnerên partiyên beşdar yên di vê merasimê de, û herwisa wezîrên Herêma Kurdistanê pêk anî.