Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya nûnerê PDKÎ di civîna saziya UNPO de

11:03 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Nûnerê pêwendiyên navdewletî ên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevlî civîna Saziya Neteweyên Bêdewlet bû.

Roja îniyê, 7ê Pûşperê, 30`emîn civîna desteya serokatiya saziya UNPO bi beşdariya Dr. Elî Ebdîlzade cîgirê pêwendiyên navnetewî ên PDKÎ û nûnerê wê partiyê di vê saziyê de birêve çû.

Destpêkê biryara karên civînê hate pejirandin û pişt re serokê UNPO raporta çalakiyan pêşkêşî endamên desteya serokatiyê kir û raporta beşa malî jî ji aliyê wî ve hate pêşkêşkirin.

Herwisa di beşeke civînê de behsa pêdeçûn bi biryara endametiya hin aliyan di vê saziyê de hate kirin.

Di beşeke din de jî behsa çalakiyên şeş mehên bê ên vê saziyê hate kirin û sekretariyayê jî bername û pilan pêşkêş kirin û piştî nirxandinê hate pejirandin.

Di dawiya civînê de Dr. Elî Ebdîlzade bal kişande ser terora hovane a Dr. Ebdulrehman Qasimlo li Viyennayê ji aliyê rejîma Îranê ve û di derbarê xwepêşandana Kurdên diyasporayê di roja 9ê Meha 7`an a Zayînî de li pêşberî Parlamentoya Ewropayê li Broksêlê zanyariyên pêwîst pêşkêşî serokatiya Saziya Neteweyên Bêdewlet kirin.

Wî herwisa ji endamên vê saziyê xwast ji bo piştevaniya neteweya Kurd û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevlî xwepêşandanê bibin.

Civîna desteya serokatiya Saziya Neteweyên Bêdewlet UNPO rojekê berdewam kir.