Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya nûnerê PDKÎ di konferaseke taybet ya di Kataloniyayê de

12:35 - 26 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Konferanseke taybet derheqê pirsa mafê çarenivîsê, bi beşdariya ”Dr. Elî Ebdîlzade”, nûnerê hizbê yê di saziya neteweyên bê dewlet de (UNPO) bi rê ve çû.

Li gorî nûçeya ku gihaye malpera ”Kurdistanmedia”yê, roja Înê 1`ê Pûşpera 1397`an, di Kataloniyayê de, konferansek ji aliyê saziya neteweyên bê dewlet (UNPO) û çend saziyên din di çendîn panêlên cuda derherqê pirsa mafê çarenivîsê bi rê ve çû.

Beşek ji panêlan bi rengê giştî û ji dîtingeheke teorî ve bas ji naveroka  mafê çarenivîsê dikir, beşeke din ya panêlan ji bo baskirina li ser pirsa referandom û mafê çarenivîsê di Kataloniya û Kurdistana Başûr de hatibû desnîşankirin.

Di pêwendî digel pirsa mafê çarenivîsê û referandom ji bo serbixweyê di Kurdistana Başûr de, ku di 25`ê Septambera 2017`an de   bi re ve çû,  rêzdar “Faxir Giravî”  nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê, gotarek pêşkêş bi beşdarên vê konferansê kir.

Di beşeke ji axavtinên xwe de rêzdar ”Giravî” îşare bi vê kir ku, di Îraqê de her ji roja yekê ya avakirinê ve heyanî niha tu demî aştî, di vê deverê de, yan jî digel welatên cîran tunebûye. Di doma axavtinên xwe de navbirî zelal kir ku, referandom ji bo serbixweyiyê di Kurdistana Başûr de li ser bingeha çendîn sedemên cuda hate rêk xistin, sedemên wekî erênekirina mafên destûrî ên Kurdan, û qurbaniyên gelê Kurd ji aliyê dewleta Îraqê ve,

Di dawiya axavtinên xwe de rêzdar ”Giravî”  ducarî kir ku tenê pêbendbûneke tewaw û cîbicîkirina destûra Îraqê dikare bibe garantî ji bo aştî û bidawîanîn bi pirsgirêkan.

Piştî çend demjmêran karê berdewam konferansê dawî bi karê xwe anî.