Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi boneya 22`ê Pûşperê çalakiyên tebilîxî didomin

11:43 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Di bajarên Kurdistanê de, bi boneya 29.mîn salroja terorkirina “Dr.Qasmlo”, çalakiyên teblîxî didomin.

Endam û alîgirên Demokrat di bajarê Kurdistanê de, bi boneya 22`ê Pûşperê salroja terorkirina “Dr.Qasimlo”, û hevalên wî  bi dest dîplomatên terorîst yên rejîma Îranê, di bajarê weke, “Seqiz”, û “Sine” de, çalakiyên tebilîxî lidar xistin.

Di  cihên bajarê Sine de, ku çalakiyên tebilîxî hatine lidarxistin wiha ne:

Şeqamên “Wekîl”, û “Merdox”, bajarokê “Beharan” û “zanîngeha Azad”.

Herwisa li devera “Kûhdeşt” a girdayî  bajarê Seqizê  de jî, bi nivîsîna siloganên taybet bi roja 22`ê Pûşperê çalakiyên tebilîxî bi rê ve birine.