Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi boneya 26`ê Xermananê çalakiyên banghêjî bi rê ve çûn

13:57 - 10 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Tekoşerên Demokrat li bajarê Bokanê, bo bilind nirxandina yad û bîra rêbaza şehîdên “Mîkonos”ê çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Pêka nûçeya ku gihîçtiye malpera “Kurdistanmedia”yê, şeva Duşemî, 18`ê Xermanan, endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarê Bokanê, bi boneya 27`emîn salvegera teror kirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî, di restorana “Mîkonos”ê de, di bajarê “Bêrlîn”ê de, çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.

Têkoşerên Demokrat li parka “Sahêlî” û nav bajarê “Bokanê” bi belavkirina tirakt û posterên taybet û herwiha nivisîna sîlogan, terorîzma dewleta rejîma Îranê şermezar kirin û yad û bîra şehîdên Mîkonosê bilind nirxandin.