Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi boneya yekemîn salvegera cinayeta 17`ê Xermanan, semînarek hate lidarxistin

17:36 - 9 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Bi boneya yekemîn salvegera mûşekbarana binkeyên PDKÎ û îdam kirina sê hepsiyên siyasî yên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve, semînarek hate lidrxistin.

Roja Yekşemî 17`ê Xermanan li kempa Cêjnîkanê, semînarek taybet bi cinayeta 17`ê Xermanan ku rûpeleke reş a din li cinayetên rejîma Îranê bû, bi amadebûna hejmarek li endamên rêberî, kadir, pêşmerge û malbatên Demokrat bi rê ve çû.

Rêûresim bi xwandina marşa netewî a “Ey Reqîb” û ragirtina bîstekê bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Piştre “kerîm Perwîzî” endamê Desteya Kargerî a Partiya Demokrat û “Hîsam Destpîş” nûnerê Partiya Demokrat li Yekîtiya Ewropayê, li ser cinayet û tawana 17`ê Xermanan di du parên cuda de li derheq bi wan cinayetan axavtinên xwe pêşkêş kirin.

Destpêkê “Kerîm Perwîzî” îşare bi merema rejîma dirinde ya komara Îslamî a Îranê bo encam dana wê tawanê kir û got: “Rejîm ji aliyekê xwast hêzên nabermberî ên leşkerî ên xwe û agir û hesin nîşan bide û hêzên dijberî xwe û nemaze Hizba Demokrat çav tirsî bike, û ji aliyekî din ve jî, ji warê siyasî ve gelê Kurd çavtirsî bike û îradeya pola a wan bi çok bîne. Rejîm ku li hember amadebûna pêşmerge di nav axa Rojhilatê Kurdistanê de detst girêdayî mabû, merema wî eve bû ku morala têkçûya hêzên xwe bibe serê”.

 “Kerîm Perwîzî” behsa berteknîşandana xelkê nîştimanperwer ên Rojhilatê Kurdistanê kir ku, bi yekdengî û yekgirtî bi merema piştevanî li hêzên şoreşvan û bo şermezarkirina ew cinayeta komara Îslamî a Îranê, gireva sertaserî lidar xisrin, û komara Îslamî bi çok anîn û nîşan dan ku di hember mûşekbaran û îdamkirina xortên xwe de, bê bertek nînin û digel wan ji yek cuda nekirine.

Li para du a vê semînarê de, “Hîsam Destpîş” behsek pêşkêş kir û got ku: “Komara Îslamî a Îranê di çi jîngeh û rewşekî wiha de cinayet encam nedabû, herwisa em di çi rewşekê de bûn, bo mînak rejîm di navxweyê welat xwe bi şikestxwarî dida zanîn, ji aliyek din ve jî di jêr givaşên navdewletî de bû. Kurd û nemaze Hizba Demokrat jî ,di meydana xebat de bi îradeyeke bihêz ve li serê bûn, nemaze xebata nû a Rojhilatê (RASAN) di gûpikê bû, Rasanê bandoreke baş li ser hişyariya xelkê û xebata xelkê danî, hekî Rasan neba, Newroza axabano jî nedibû, hemasa alîkarîkirin bi zirarberketiyên Kirmaşanê jî nedibû, yekîtî û yekdengiya 21`ê Xermanan jî nedibû, hekî me jî kar nekiriba xelkê jî bersiv nedida”.

 “Hîsam Destpîş” di berdewamiya axavtinê xwe de got: “Bêguman her hereketeke pêşmerge dikare, hereketeke xelkê bi rê bixe, ji bo vê jî rejîm di navxwe de rewabûn wî nema ye, bi hewce zanî ku bi wê mebestê, wê cinayetê encam bidin. Bi derbe lêdan li hêza dijberê xwe rewabûnê bi dest bîne, welatên deverê çavtirsî bike û hêza xwe nîşan bide. Lê ji bo komara Îslamî çi li pey xwe hebû? Gelê Kurd yekgirtî kir. Naveroka çewtekariyên rejîmê bo xelkê Başûrê Kurdistanê derket û heta welatên Erebî jî xwe nêzîkê Îsra`îlê kirin. Hêza gelê Kurd û îradeya rizgarîxwazaneya Kurd bi dijberê rejîm dizanin derket û ceriband”.

Ew semînare bi pirsyarên amadebûyan û bersivdana wan ji aliyê pêşkêşkaran ve dawî pê hat.