Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 26`ê Xermananê, çalakiyên banghêjî hatine lidarxistin

13:20 - 9 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bi hilkefta 26`ê Xermananê, salvegera şehîd kirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî, li bajar û deverên Kurdistanê, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, şeva Yekşemî 17`ê Xermanan, endam û alîgirên PDKÎ, bi hilkefta 26`ê Xermanan, li bajarê Bokan, li ser rêya Bokan-Miyanduwaw li nêzî ristûranên Daşbend, çalakiyên berfireh ên banghêjî lidar xistin.

Di vê çalakiyê de, xebatkarên Demokrat, bi belvkirina posterên “Dr. Seîd Şerfkendî” û logoya PDKÎ û sî diyên Hizbê, li ser rêya parêzgehên Sine, Kirmaşan û Ehwaz pêşvazî li xelkê parêzgeha Urmiyê û Tewrêz û Erdebîlê hate kirin ku bo wan parêzgehan diçûn.

Herwisa, xortên netirs ên Demokrat li bajarê Giwêktepe ya ser bi bajarê Şarwêran a bajarê Mehabadê, bi belavkirina tirakt û posterên taybet bi wê rojê, çalakiyên berfireh ên banghêjî lidar xistin.

Her di vê pêwendiyê de, li bajarê Sine, endam û tekoşerên Demokrat, bi lelavkirina tirakt û posterên taybet, çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.