Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) di namê de serbarê pîrozbahîkirin ji Receb Teyib Erdoxan weke serkomarê Tirkiyê, ji serxistina proseya aştiyê di vî welatî de hêviya serkevtinê bo xwast
Deqa namê:
Rêzdar/ Receb Teyib Erdoxan
Tevî rêz û silavan!
Em kêfxwş in bi hilbijartina we ji aliyê gelên Tirkiyê ve wekî serkomarê nû yê vî welatî.
Pêngavhilgirtina we di demên derbazbûyî de, li derheq hewildan bo çareseriya kêşeyên Tirkiyê, û yek ji wan kêşeya Kurd ji riya aştî û diyalogê ve, vê hêviyê di dilê me û Kurdên akinciyê Tirkiyê de bi hêz dike ku cenabê we yê rêzdar pêngavan bo piraktîzekirina wan sozan hildigrin ku di dema propagendeya hilbijartinê de, ji bo avakirina Tirkiyeyeke nû di asta çareseriya yekcarî ya kêşe û daxwaziyên rewa yên Kurdan, û geşekirina demokrasiyeke berfirehtir di Tirkiyê de, we dabûn, ku ew yek Tirkiyê di hemû warekî de ber bi pêş ve dibe.
Em ji proseya aştiyê ku niha di rojevê de ye, piştevaniyê dikin û em hêvîdar in ku hûn di vê erka giring de, ku we girtiye stûyê xwe, bi ser astengiyan de serkevin.
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
Sekreterê giştî
Mistefa Hicrî
12’ê Tebaxa 2014’an